Komelgeha Mesîr û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, workşopek di riya enternêtê re bi navê: “ Astengiyên hebûna Felestîniyan li Sûriyî û garantiyên parastina wan ya niha û ya paşerojê”.
Serokê Hevbendiyê, Nesir Elherîrî, û cîgirê wî Uqab Yihya, û endamên Desteya Siyasî, Farûq teyfûr û Behcet Eletasî û Ebdullah Gedo, û endamên Desteya Giştî, Ehmed Remedan, û Ehmed Tu`imê û Zekeriya Melahifcî, herweha hejmarek ji nûnerên hêzên siyasî û dezgehên sivîl û rewşenbîr û çalakvanên filestînî û sûrî, di civînê de amade bûn.
Û xanim Rew`a Asfûr, rûniştinên civînê rêve birin, ya ku bi gotara hevrêzkarê giştî ji Komelgeha Mesîr Eymen Ebû Haşim, dest pê kir, tê de behsa wateya beşdariya filestîniyan di şoreşa Sûriyê de ji ber hevbeşbûna ketwara jiyana wan li gel hev kir, ji ber ku ew beşek bingehîn in ji civaka Sûriyê, û di corbecor astên tevgera şoreşgerî de beşdar bûne.
Û Ebû Hîşam tekez kir ku tewanên rijêma Esed dijî filestîniyan, bû sedema kuştin û birîndarbûn û girtina gelekan ji wan, û parek ji sê parên filestîniyan derketin derveyî Sûriyê, û bêhtir ji 80% ji wan di hundurê Sûriyê de derbider in.
Û Ebû haşim behsa giringiya çaksazkirina siyasî kir, û got: “ Xelkên hundur nikarin bendewar bimînin, û qeyraneke baweriyê peyda bûye”, û tekezî li ser giringiya rastkirina pêvajoya şoreşê di riya karê dezgehî yê rêxistî re kir.
Û daxwaza giringiya rahiştina dezgehên rikberiyê ji berpirsyariyên xwe re derbarê derbider û penaberên filestînî yên li hundur û li derve û welatên derdor, û hişyarî da ji dengên ku nakokî û cudabûnê dixin nav sûrî û filestîniyan de.
Ji hêla xwe ve, Serokê Hevbendiya Niştimanî behsa nerîna Hevbendiya NIştimanî kir, ji bo parastina hebûna filestîniyan li Sûriyê, û got ku divê kêmasiyên derbarê filestîniyên sûrî pêk hatine çareser bibin, û dît ku “Ew erke li ser milê me, û tiştê bi serê filestîniyan li Sûriyê hatiye ji ber siyaseta rijêma Esed a teankar e”.
Û got ku jiyana me têkilî hev bûye, û kêşeya filestînî birîna me ya em pê re mezin bûne ne, û bi rastî jî filestîniyan ji bo pêşxistian sûriyê kêmesî nekirine, û ketwara sûrî bi tevayî zengîn kir”.
Û bal kişand ser ku tewanên Hafiz Esed di sala 1976an de li Til Elzehter, çavên me li ser mezinbûna tewanên ku ev rijêm dijî filestîniyan dike vekir, û got ku filestînî ji despêka şoreşê de li Derayê beşdarî kirin, û Kampa Yermûk bibû jêderê şoreşgeran, lewra rijêmê ew dorpêç kir, û kin ji wan girtin û ew siza kirin.
Elherîrî tekezî li ser giringiya yekbûna Sûriyan û Filestînyan ji bo avakirina Sûriya azad kir,û got ku ev Workşop despêkek baş e ji bo kartêkerkirina kar.
Û Dektor Husam Else`ed di kaxeza xwe de bal kişan ser “ Astengiyên dutaq ên Filestîniyên Sûrî tûşî wan dibin, û çawaniya serederiya pê re”, û her weha li ser çawaniya serderiya rijêmê bi mafên fielstîniyan re, yên ku rijêmê navê wan şêwand dema navê navendeke ewlekariya xwe kir Şaxê Filestîn, ji bo şêwandina navê fikestîmiyan.
Û Alse`ed behsa qebareya girtiyên şoreşa sûrî kir, bi taybetî piştî şoreşê, ya gihiştiye 2000 hezaran, û ew beşek ji kêşa girtiyên Sûrî yê mezin e, herweha şehîdketina nêzî 600 filestînî di bin işkenceyê de.
Û Behsa rewşa xizmetguzariyên tenduristî yên filestîniyan ya xerab û asta nizim ya abûriya wan kir.
Di heman demê de, Cîgirê Serokê Hevbendiyê Uqab Yihya, kaxezek derbarê “têkiliya di navbera azadîxwazbûna filetînî û Sûriyan de” pêşkêş kir, û bal kişand ser ku ezmûna yekbûna Sûriya û Misrê hêvî derbarê kêşeya filestînê bilind kirin , û got ku kêşeya filestînî kêşeya yekemîn a sûriyan e.
Û herweha got:“ lê gelek girkbûn ket têkiliya sûriyan û filestîniyan, ji ber alozbûna pirsgirêka sûriyê, lê filestîniyan qurbanî pir di ber sûriyê de danîn”, û got ku hevwelatîbûna tekûz ji mafê filestîniyên Sûrî ye.
Û beşdaran tekezî li ser nêzîkkirina dezgehên opozisyonê û milet ji hev kir, û her weha çaksazkirina giştî ji dezgehên şoreşê re, û kar li ser asata herêmî û navdewletî bibe ji bo rawestandina xişteya rêxistinkirina Kampa Yermûk, û tekez kir ku hevwelatîbûna tekûz ji mafê felestînî û sûriyan e, û ev yek ne nakok e li gel mafê wan ê vegera bo welatê xwe Filestîn e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî