Netewên Yekbûyî roja înê daxwaz ji hemû hêzîn asmanî yên ko êrîşên asmanî li dijî bargehên rêkxistina Daişê li Sûriyê pêktînin Kir, ku sivîlan di amanckirinên xwe yên rojane de bêalî bikin.
Elemîr Zêd Bin Re’ed nûnerê Netewên Yekbûyî yê mafên mirovan daxwaz ji hemû hêzên asmanî yên li Sûriyê kar dikin kir ko guhdaneke mezintir bikin tako cudahiyê têkin navbera amancên leşkerî yên rewa û yên sivîlan, gava êrîşên asmanî dibin ser rêkxistina Daişê.
Elemîr di daxuyaniyeke xwe de destnîşan kir ko “hejmara kuştî û birîndaran di nav sivîlan de bêtir dibe, bi sedema lêdanên asmanî li Dêra Zorê û Reqayê yên ne hûrbîn bûn.”
Çalakvanan diyar kir ko êrîşa Hevpeymana navdewletî li ser bajarê Meyadîn li gundewarê Dêra Zorê ya berî du rojan, sivîl tê de hatine kuştin. Nûnerîtiya Netewên Yekbûyî ya mafên mirovan nîgeraniya xwe li ser naveroka van raportên belgehkirî diyar kir, ko dibêjin rêkxistina Daiş li herêmên di kontrola wê de nahêle sivîl derkevin û ew jiyana sivîlan dike metirsiyê, û destnîşan kir ko ew yasaya navdewletî binpê dike.
Elemîr tekez kir ko êrîşên asmanî yên nîveka gulanê çêbûn nêzîk 24 cotaran piraniya wan jin bûn li gundekî rojhilatê Reqayê kuştine, û ne kêmî 59 sivîlî li herêmên niştecihan li Dêra zorê hatine kuştin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans