Du cîgirên Kongirisê Amerîka hişyarî dan karbidestên welatê xwe ji hewlên Îranê yên ji bo çêkirina binkeyên serbazî li Sûriyê, û daxwaza standina hemû rêşûnên pêwîst ji bo nehêlana vê yekê kirin.
Herdu cîgiran, Pîter Roksam ji partiya komarî û Tîd Doîtiş ji partiya democrat, nameyek nivîsandin ji bo herdu wezîran re, yê bergiriyê û yê derve yên Amerîka, Cîmis Matîs û Rîkis Tîlirson , û di namaya xwe de hişyariyê didin li ser niyazên Îranê bo bigehêje li ser qeraxê Deriya Sipî bi rêka Sûriyê.
Di nameya wan de hatiye: “komara îslamî ya Îranê bi niyaza bihêzkirina şiyanên xwe kar dike bi armana bigehêjin Deriya Sipî û avakirina binkeyekê deriyayî û tevî çendîn binkeyên din yên serbazî li çend navçeyên Sûriyê“.
Herdu cîgiran di nameya xwe de ya ku li ser malpera Pîter Roksam hatiye belavkirin gotine: ” amadebûna hertimî ya Îranê li Sûriyê, ziyanê dide berjewendiyên Amerîka û herwiha dibe ku bibe hokarê lawazkirina derfetên peydabûna çareseriya siyasî li Sûriyê“.
Herdu cîgirên kongirêsê Amerîka yên komarî û demokrat daxwaza standina rêşûnên pêwîst kirin ji bo rê bêne girtin li pêşiya veguhestina hêz û alavên serbazî ji Îranê bo Sûriyê yên bi rêka firokên sivîl û bazirganî tên.
Herwiha ligor pîter û Tîd got ku pêwîst e Amerîka bi çavdêriya firokên medenî yên Îranê rabe, û dûvçûna hêlên esmanî bikin yên bi pêşkêşkirina xizmetgozariyan ji bo rijêma Esed û terorîstan radibin.
Hêjayê gotinê ye ku serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Riyad Sêf yadeştnameyek şandibû ji bo 30 dewletên dost û çend rêxistinên navdewletî û ji NY re, têde karvedanê destêwerdana Îranê û derencamên wê yên bobelatî yên bi sedema belavkirina milîsên terorîst û boçûn û îdolojiyên tundrew şirove kiribû.
Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kiribû ku ” çareseriyek siyasî li Sûriyê nayê dîtin li bin sîbera destêwerdan û dagîrkariya Îranê, û hevdem bal kişandibû ku hîç aştî û seqamgerî li Sûriyê û li navçeyê peyda nabe eger zêdegaviyên milîsên Îranê li Sûriyê berdewam bin”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî – Elerebiyê net