Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî nameyek arasteyî Wezîrê Derve û Karûbarê Mişextan ya Qiraltiya Urdun ya Haşimî, Eymen Elsefedî kir, tê de tekezî li ser rola giring ya Urdunê di pirosesa siyasî li Sûriyê de û pêwîstiya ku Urdun Komkara Erebî berve karê ji bo dîtina çareyê li welêt han bide kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî sipasiya xwe ji Qiraltiya Urdunê re bi gel û hikûmeta xwe ve li ser berdewamiya piştgirîya doza gelê Sûrî bo pêkanîna daxwazên wî yên rewa pêşkêş kir.
Û Elherîrî rêzgitina xwe ji rola Urdun ya giring û çalak di civatên Erebî û Navdewletî de û çalakiya wê ya berdewam yaku pêşkêş kirî û di tevaya astên mirovahî û siyasî de û hîn pêşkêş dike anî ziman, û spasiya wê kir li ser xebatên wê bo dîtina çareya siyasî ya berfireh li Sûriyê ya berjewendî û daxwazên gelê Sûrî pêktîne û tirajîdiya ku têde dijî rawestîne û aramiyê li tevaya deverê vegerîne anîn ziman.
Elherîrî tekezî li ser girîngiya xurtkirina kar û kartêkerkirina xebatan kir, daku derdeseriya ku gelê Sûrî dikişêne bidawî bibe, di dema rewşa aborî û debara jiyanê ya dijwar de.
Û Elherîrî rola girîng ya dewletên Erebî ji destpêka şoreşa Sûriyê de di riya destpêşxerîya parastina sivîlan re û şermezarkirina tewanên rijêma Sûrî û birîna tevaya têkliyên diplomasî û pêwendiyên pê re bilind nirxand, û pêşwaziya roleke Erebî ya çalak di doseya Sûriyê de kir.
Û hêviyên xwe anîn ziman derbarê ku Qiraltiya Urdun ya Haşimî roleke diplomasî ya girîng di piştgiriya xebatên Erebî û Navnetewî bo gihiştina çareya siyasî li gorî daxwiyaniya Cinêvê wek di biryarên navnetewî yên pêve girêdayî de hatine nemaze biryara 2254 û biryara 2118, daku nehêlin rijêma kujer careke din biser bikeve, û Sûriyê û gelê wê biparêze û hêviyên gelê Sûrî yên rewa pêk bîne.
Û Elherîrî cextî li ser guhdana Hevbendiya Niştimanî bi berdewamiya hevkarî û hevrêziya biratî li gel Qiraltiya Urduna Haşimî û heza herdem ku ew pêwendî xurt bibe kir, û amadebûna Hevbendiya Niştimanî bo karê li gel xebatên Navdewletî û Navnetewî û Erebî nemaze li gel Qiraltiya Urdun ya Haşimî, di her tiştê ku dikeve pêşdebirina pirosesa siyasî û ji bo rahiştina biryarên dikevin xizmta doza gelê Sûrî û dozên Erebî û dozên deverê bi giştî de anî ziman.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî