Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî nameyek arasteyî Serokê Partiya Demoqrart ya Kurdistanî Mesûd Mustefa Barzanî kir, tê de tekezî li ser retkirin û şermezariya xwe ji armanckirina baregeha Partî li bexdayê li ser destê girûpin fitnekar kir.
Û Elherîrî hevkariya xwe ya tam li gel Partiya Demoqrat ya Kurdistanî û Komara Îraqê bi gel û hikûmet wê ve anî ziman, û bal kişand ser ku ev karên wêrankirinê dikevin berjewendiya dijminên Îraqê, û mebest jê belavkirina bêserûberî û xwarina gwfê li aramî û aştiya tevaya gelên deverê ye.
Û tekezî li ser guhdana Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi aştiya deverê û ewlehî û aramiya wê kir, û cext li ser pêwîstiya karê dest bi dest ji bo têkbirina terorê û tunekirina damarên wê kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî sipasiya xwe ji Serok Barzanî û Partiya Demoqratî ya Kurdistanî li ser rawestana wan li kêleka gelê Sûrî û şoreşa wî ji destpêka rêketina şoreşê de pêşkêş kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî