Komîteya Saziyên Civaka Sivîl ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Kargehek ji dûrve lidar xist, û Kombenda Saziyên Civaka Sivîl “Masa Çareseriyan” tê de beşdar bû, wek beşekî ji xebatên Hevbendiya Niştimanî bo zêdekirina hevkarî û hevrêziyê li gel Saziyên Civaka Sivîl û dîtina mîkanîzmeke kar ji bo pêşxistin û hevrêziya pêre tê.
Û di civînê de Hevrêzkarê Komîteya Saziyên Civaka Sivîl D. Zuhêr Mihemed û Balyozê Hevbendiya Niştimanî li Tirkiyê D. Nezîr Elhekîm û Endamên Hevbendiya Niştimanî Ednan Rehmon, Yehya Mektebî û Ehmed Bekora amade bûn.
Û ji aliyê Saziyên Civaka Sivîl Ve D. Mihdî Dawid, Remedan Hemed, Zehra Elbekrî, D. Husam Seed, D. Basil Nimra, Fewaz Elriwî, Ziya Eldîn Elnebkî, Nûreldîn Hemo û Mihemed Ferîd amade bûn.
Û Diktor Nezîr Elhekîm tekezî li ser giringiya hevkarî û hevrêziyê di navbera Hevbendiya Niştimanî û Saziyên Civaka Sivîl Yên Sûrî de kir, û eşkere kir ku armanc ji vê kargehê ew e ku kar li gel saziyên civaka sivîl weke yek tîmê bête kirin.
Û beşdarên ji aliyê civaka sivîl tekezî li ser rola siyasî ya mezin yaku Hevbendiya Niştimanî wek nûnerê rewa yê gelê Sûrî pê radibe kirin, û bal kişandin ser girîngiya kar û guhdana pirsgirêkên têkildarê beşekî mezin ji Sûriyan û xebata li ser bête şopandin û çareyên guncaw jê re werin dîtin.
Û bal kişandin ser pêwîstiya belavkirina rolan di navbera Hevbendiya Niştimanî û Saziyên Civaka Sivîl yên Sûrî de bi rengekî hevbeşî û hevtemamkirinê, û li ser karê bi hev re derbarê dîtina tîmeke hevbeş bo şopandina vê doseyê û danîna pilaneke kar a hevbeş ku rola her aliyekî tê de zelal be lihev kirin.
Û Ehmed Bekora li ser karê Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş axivî, û bal kişand ser ku Komîte amadekariyê dike ku deriyekî elektironîk ê nû birêxîne, daku xebatê li ser pêşwazê û wergirtina rewşên mirovahî û şopandina wan ji aliyê Komîteya Hevbeş ve bike.
Û Bekora ku çar rêyên ku Komîte bo Sûriyên li Tirkiyê dabîn dike ji bo pêşkêşkirina daxwazên wan û şirovekirina pirsgirêkên wan berçav kirin, û bal kişand ser rola girîng yaku dê saziyên civaka sivîl karibin di hişyarîkirina Sûriyên li Tirkiyê dijîn de bilîzin, û pêwîstiya ku pabendî li gor xwestina rewşa rêxistinkirî ya ku dewleta Tirkîyê derbarê belgeyên kesayetî dişopîne bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî