Tîma Karê Şopandina Yasaya Qeyser di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, hevdîtina fermî ya siyemîn li gel Tîma Cîbicîkirina Yasaya Qeyser a Rêvebiriya Emrîkî lidar xist.
Û di civînê de Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî û hejmarek ji Endamên Desteya Siyasî û Desteya Giştî û Wezîrê Darayî û Aborî di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de D. Ebdulhekîm Elmisrî û Nûnerê Hevbendiya Niştimanî li Emrîka Quteybe Idlibî amade bûn.
Û ev hevdîtina di nav pilana hevkarî û hevrêziyên ku herdû aliyan ji destpêka cîbicîkirina sizayên Yasaya Qeyser de hatine ji bo parastina sivîlan tê.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî pêşwqziya derketina lîsteya çaremîn yaku vê dawiyê ji aliyê Rêvebiriya Emrîkî hatiye der û sembolên rijêmê û yên pêre hevkar tê de ne kir, û li ser karê Hevbendiya Niştimanî di piştgiriya yasayê de li ser asta raghandinî û siyasî û gelêrî û kifişkirina hewildanên rijêmê di warê ku têkçûna xwe ya aborî û xerabiya rewş û debara jiyana rojane li deverên di bin kontirola wê de dixe hustê yasaya qeser axivî.
Û Elherîrî tekez kir ku rijêm û piştgirên wê sedema sereke ne di sernekeftina aborî ya li welêt de, ji ber ku rijêmê jêder û karînên Sûriyê di pêgiriya xwe bi çareya leşkerî ya xwîndar de winda kir.
Û bal kişand ser ku sizayên Yasaya Qeyser ne sizayên li ser aboriya dewleta Sûriyê bi giştî ne, lê ew siza li ser yên welat wêran kirine ne, û yên samanên dewletê kirine xizmeta piştgirên xwe û çareya leşkerî, û got ku alîkariyên mirovahî û keresteyên xwirdemenî û pizîşkî derveyî Yasaya Qeyser in.
Û Elherîrî tekezî li ser girîngiya ku divê çi dewlet an çi alî têkildar an dixwazin têkliyên aborî li gel rijêmê bikin ne derveyî cezayan bin kir, û eşkere kir ku Hevbendiya Niştimanî hêvî dike ku sizayên aborî bêhtir guvaşê li ser bingeha rijêmê bikin, her weha aboriya rijêmê ya li derveyî dezgehên dewletê jî.
Û amadebûyan her çar lîsteyên di hundir Yasaya Qeyser de derketine û bandora wan lîsteyan li ser aboriya rijêmê gengeşe kirin, û li ser lîsteyên dahatî û pêwîstiya ku bêhtir guvaşê bidin ser bingeha rijêmê ya aborî axivîn, her weha rabûna bi gavin din yên ku dê bandorê li ser aboriya rijêmê bi awayekî mezintir bike.
Û amadebûyan operasyonên qaçaxîya çekan ya berdewam ji aliyê rijêmê û milîsên Hizbullah yê terrorist û milîsên Îranî di navbera Sûriyê û Libnanê de û rêyên ku rijêm bikartîne di veguhastina Libnanê wek meydaneke aborî jêre axivîn.
Û guvaş dan ser sûdên darayî yên ku rijêm di riya pirosesên Sûriyên li derveyî sûrî di riya derxistina belgeyên fermî û pesportan re, û gengaziya kişandina van jêderên sûdwergirtinê ji destê rijêmê gengeşe kirin.
Ji aliyê xwe ve Endamin ji Tîma Cîbicîkar ya Yasaya Qeyser di Rêvebiriya Emrîkî de li ser girîngiya van hevdîtinan axivîn, û cextî li ser rola Hevbendiya Niştimanî ya çalak di cîbicîkirina yasayê de kirin, û tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya hevkarî û hevrêziyê nemaze di warê pişikdariya agahiyan de kirin.
Û di dawiya civînê de Hevrêzkarê Tîma Karê Şopandina Yasaya Qeyser ya Hevbendiya Niştimanî, Ebdilmecîd Berekat, şiroveyek li ser karê tîmê di dema bûrî de pêşkêş kir, û lêkolînek li ser bandora çar lîsteyên berê li ser aboriya rijêmê radestî aliyê Emrîkî kir.
Û Berekat hin pêşniyarîyên piratîk yên dê bandorê li aboriya rijêmê bikin û karibin qaçaxiyê di navbera Sûriyê û Libnanê de rawestînin û nehêle rijêm sûdê ji Libnanê bibîne weke meydaneke xapandina sizayan pêşkêş kir, her weha nehêle ku rijêm hîn bêhtir pereyan bidest xweve bîne di riya pirosesên derxistina belgeyên fermî û pesporan re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî