Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, nameyek arasteyî Wezîrê Derve yê dewleta Kiwêt, Ehmed Nasir Elehmed Elcabir Elsibah kir, tê de tekezî li ser rola giring ya Kiwêtê di pirosesa siyasî li Sûriyê de û pêwîstiya ku kiwêt Komkara Erebî berve karê ji bo dîtina çareyê li welêt han bide kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî sipasiya dewleta Kiwêtê bi gel û hikûmeta wê ve kir, li ser berdewamiya piştgirîya doza gelê Sûrî bo pêkanîna daxwazên wî yên rewa.
Û Elherîrî rêzgitina xwe ji rola Kiwêtê ya giring û çalak di civatên Erebî û Navdewletî de û çalakiya wê ya berdewam di tevaya astên mirovahî û siyasî de anî ziman, û spasiya wê kir li ser xebatên bo dîtina çareya siyasî ya berfireh li Sûriyê ya berjewendî û daxwazên gelê Sûrî pêkbîne û tirajîdiya ku têde dijî rawestîne û aramiyê li tevaya deverê vegerîne.
Elherîrî tekezî li ser girîngiya xurtkirina kar û kartêkerkirina xebatan kir, daku derdeseriya ku gelê Sûrî dikişêne bidawî bibe, di dema rewşa aborî ya xerab û debara jiyanê ya dijwar de.
Û Elherîrî rola girîng ya dewletên Erebî ji destpêka şoreşa Sûriyê de di riya destpêşxerîya parastina sivîlan re û şermezarkirina tewanên rijêma Esed û birîna tevaya têkliyên diplomasî û pêwendiyên pê re bilind nirxand, û pêşwaziya roleke Erebî ya çalak di doseya Sûriyê de kir.
Û hêviyên xwe anîn ziman derbarê ku dewleta Kiwêt roleke diplomasî ya girîng di piştgiriya xebatên Erebî û Navnetewî bo gihiştina çareya siyasî li gorî daxwiyaniya Cinêvê wek di biryarên navnetewî yên pêve girêdayî de hatine nemaze biryara 2254 û biryara 2118an bilîze, daku nehêlin rijêma kujer careke din biser bikeve, û Sûriyê û gelê wê biparêze û hêviyên gelê Sûrî yên rewa pêk bîne.
Û Elherîrî cextî li ser guhdana Hevbendiya Niştimanî bi berdewamiya hevkarî û hevrêziya biratî li gel dewleta Kiwêt û heza herdem ku ew pêwendî xurt bibe kir, û amadebûna Hevbendiya Niştimanî bo karê li gel xebatên Navdewletî û Navnetewî û Erebî nemaze li gel dewleta Kiwêt, di her tiştê ku dikeve xizmeta pêşdebirina pirosesa siyasî, ji bo derxistina biryarên dikevin xizmta doza gelê Sûrî û dozên Erebî û dozên deverê bi giştî de anî ziman.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî