Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî nameyeke pîrozbahiyê arasteyî Serokê Komara Bakurê Qubris ya Tirkî, Arsen Tatar, bi boneya serkeftina wî di gera duyemîn ya hilbijardinên serokatiyê de kir.
Û Elherîrî bi navê Hevbendiya Niştimanî û gelê Sûrî, pîrozbahiya ji dil û hêviyên xwe yên serkeftinê ji Serokê hatiye hilbijartin Arsen Tatar re anîn ziman.
Û hêviyên xwe di berdewamiya Komara Bakurê Qubris ya Tirkî di pabendiya wê di warê piştgiriya gelê Sûrî û tekoşîna wî ya rewa ji bo azadî û rûmet û dadweriyê anî ziman, û hêvî kir ku ev hevkarîya hevbeş di nav herdû welatan de bidome, û di dema serkirdayetiya nû de bilind bibe ji bo gihîştina çareya siyasî li Sûriyê yaku dê hêviyên Sûriyan bicî bîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî