Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriya êrîşa terorîstî û tirsnak ya li dijî polmaneke veguhestina sivîlan şermezar kir, û hevxemiya xwe ligel malbatên qurbaniyan û birîndaran dupat kir.
Û got “Hevbendî û bi navê gelê Sûriyê behî û sersaxiya malbatên qurbaniyan dike”, û hevdem hevxemiya xwe ligel birayên xwe li Misrê dupat kir.
Herwiha Hevbendiya Niştimanî ji aliyê xwe, ev êrîşa terorîstî û sercem êrîşên din yên li dijî sivîlên bêguneh yan her hewleke peydakirina tevliheviyê û tevdana ewlehî û seqamgeriyê li Misrê şermezar kir.
Tê zanîn ku di êrîşeka terorîstî de li ser bolmaneke veguhestina Xirîstiyanan yên Qobtî li başûrê Qahîre, û ligor wezareta hindur ya Misrê û parêzgerê Elmîna, 28 Qobtî hatin kuştin tevlî zarokan û 25ên din hatin birîndarkirin, û ew êrîş ji aliyê girûpeke terorîst ya rûnixomandî ve bi çekan hatiye pêkanîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî