Çavkaniyên taybet bi mafên mirovan yên Sûrî ragihandin ku roja yekşemê di 72 demjimêrên dawî de 56 kesên sivîl li bajarê Reqayê û gundewarê wê hatin kuştin.
Derbarê rewşa Reqayê de, Xelîl Mistefa endamê Xwecihiya Kobanê ya Encumana Niştimanî ya Kurdî ji malpera me re ragihand ku 20 kesên sivîl li navbera bajarokê Retlê û Elkesra de li gundewarê Reqayê hatin kuştin di encama êrîşeka firokeyên Hevpeyamaniya Navdewletî de û 18 kesên din jî di nav wande jin û zarok hene, di 48 demjimêrên dawî de, bi sedema teqînê mayînên çandî yên DAIŞ li gundewarê bajarê Reqayê hatin kuştin
Mistefa diyar kir ku berî sê rojan 18 welatiyên sivîl li gundê Cewadiyê li rojavayê Rqayê dîsa hatin kuştin di encama êrîşeka firokeyên Hevpeyamaniya Navdewletî de.
Derbarê rewşa peneberan Mistefa tekez kir ku bêtir ji 100 hzar welatî koçber bûne di encama şer û pevçûnên di navbera hêzên Sûriya Dîmiqratîk yên bi ser PYD ve û Daîş .
Di dawiya gotina xwede Mistefa balkişand ku rewşa koçberên Reqayê pir xirab e, ji ber tinebûna pêdiviyên bingehîn yên jiyanê, û ta niha li bêtir ji 10 kampan hatine belavkirin.
Jêder: Beşê Kurdî Yê Nivîgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê