Çekdarên Partiya Yekîtiya Demuqrat PYDê di leşkerkirina zarokên temen biçûk de li bajarê Kobanê û gundewarê wê berdewam in. li gorî daxuyaniya Xwecihiya Kobanê ya Encumana Niştimanî ya Kurdî ya têde diyar kir ku çekdarên PYDê zarokê bi navê Avşîn Ahmed Mihemd(15) sal , ji bajarê Kobanê revandin tevlî ku bi nexwşiya şêkir e.
Ji hêla xwe ve, çalakvan Ferhan Mihemed ji me re ragihand ku zarokê bi navê Mistefa Ahmed yê (16) salî, yê ji bajarê Kobanî berî sê rojan li eniyên şer li gundewarê bajarê Reqayê jiyana xwe ji dest da.
Tê zanîn ku çekdarên PYDê berî 3ê rojan zarokê bi navê Hemîd Ehmed Reşîd ku temenê wî 12 sal bû ji gundê Dermişkanlê yê bi ser bajarokê Şêx Hedîda ve ji gundewarê Efrînê, birin kampên xwe yên leşkerî.
Jêder: Beşê Kurdî Yê Nivîgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê