Peymangeha Waşinton Ya Lêkolînên Rojhilata Nêzîk, doh yekşembê diyar kir ko destê rêjîma Îranî di êrîşa kîmawî ya di çarê nîsana buhûrî de li Xan Şêxûn li gundewarê parêzgeha Idlibê hat pêkanîn heye.
Peymangehê destnîşan kir ko sizayên Emerîkî yên ko gihan hin berpirsiyar û dezgehên Îranî namake eşkere bû ko destê Îranê di êrîşa kîmawî de, ya bi gaza Sarîn li bajarê Xan Şêxûn li parêzgeha Idlibê çêbû hebû.
Pirogramê têkbirina tiroristiyê li Peymangeha Waşinton Ya Lêkolînên Rojhilata Nêzîk anî ziman ko çi vekolînên navdewletî derbarê tawankariya Xan Şêxûn, bêguman wê bi îraniyan re bên kirin , û bêtir got ku pêrabûnên sizakirinê yên Emerîkî yên dawiyê li dijî Tehranê, ji bo rawestandina êrîşên wê yên kîmawî bû.
Pirogramê têkbirina tiroristiyê di lêkolînekê de ko Katrîn Bawer derxistiye dibêje ko sizayên Emerîkî yên dawiyê “Rêkxistina Çaksazî Ya Berevaniya Îranî”amanc kirine, piştî ko piştrast bûye ko “Navenda Sûriyê Ya Lêkolînên Zanistî ”ew dezgeha berpirsiyar e di ber pirogramê çekên kîmawî yên rêjîma Esed de ji ber ku pêre hevkar e.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî/Acans