Firokên rijêmê belavok avêtin li ser gundên gundewarê bakurê Humsê û têde gefên bombebarankirin û kuştinê li xelkê xwarin, eger ew koçberkirinê red bikin, wek heman oparesyonên koçberkirina neçarî yên li çend navçeyên din hatin pêkanîn.
Çalakvanan got ku hilîkopterên Rijêmê berî çend rojan belavok avêtin li ser çend gund û bajarokên gundewarê bakurê Humisê yê bi tevahî ji aliyê hêzên Rijêmê dorpêçkirî ye, û gotin ku di wan belavokan de daxwaza xweradestkirinê ji xelkê hatiye kirin, yan jî wê çarenivîsekê wek heman çarenivîsa xelkê bajarê Dareya li gundewarê Şamê û taxên Berzê û Tişrîn û Qabûn li Şamê û taxa Elwe’ir li Humisê bibînin.
Çalakvanan bal kişand ku Rijêm heman şêwazê li navçeyên din ji bo koçberkirina xelkê bikar tîne bi rêka zêdekirina êrîşên leşkerî û armanckirina sivîlan û navendên tenduristî û bazargehan, û tekez kirin ku Rijêm vî şêwazî pêrew dike piştî têkşikestina wê di rûbirûbûnên leşkerî de yên li ser wan navçeyan.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Riyad Sêf kiryarên koçberkirina neçarî yên li Sûriyê bi “tawanên şer” dîtin, û daxwaza dadgehkirina berpirsyarên van tawanan ji NY kir.
Û îro karwanê dawiyê ji koçberên taxa Berzê ya rojhilata bajarê Şamê derketin ber bi Idilib û Cerablis ve li bakurê Helebê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî