Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî, nameyek arasteyî Komîserê Giştî yê Ajansa Kar û Alîkariyê ya Netewên Yekbûyî ji bo Penaberên Fîlîstînî li Rojhilata Nêzîk UNRWA Philip Lazzarini, kir, derbarê rewşa penaberên Filestînî yên li Sûriyê ku di rewşeke jiyanê ya pir dijwar de dijîn.
Û Elherîrî tekezî li ser girîngiya hiştina rola UNRWA wek dîdevanekî navdewletî li ser doza penaberên filestînî kir, her weha wek lêvegereke navdewletî ya têkildar bi corbecor aliyên jiyana wan ya mirovahî re.
Û Elherîrî eşkere kir ku ji destpêka şoreşê de bandoreke mezin li kamp û cihên filestîniyan li Sûriyê bûye, ji ber ku rijêm û piştgirên wê bi awayekî bi mebest ew armanc kirine, û hin caran jî rastî dijminkariyên ji aliyê rêxistina daişê ve jî hatin.
Û got ku van bûyerên meydanî derdeseriyên penaberên filestîniyên li sûriyê mezin kirin, nemaze di dema ku hejmareke mezin ji wan rastî koçberkirinê li ser destê rijêmê hatin, bêyî derbideriya navxwe yaku gihîştiye sedî heftê ji hejmara wan ya giştî, û mecbûrbûna bêhtir ji 200 hezar penaberî ku birevin dervayî Sûriyê.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî di nameya xwe de bal kişand ser ku xizmetkarî û alîkariyên UNRWA di dema bûrî de beşekî taybet ji penaberên koçberbûne yên li deverên ne di bin kontirola rijêmê de armanc nekiriye, û tekez kir ku ew beşê herî hewcedarî hawarçûn û alîkariyê ne, û diyar kir ku nêzîkî pênc hezar penaberên filestînî hatine koçberkirin, û di kapên corbecor li deverên bakurê rojavayê Sûriyê de dijîn, û bi rastî derdeseriya êşa koçberî û xizanî û tinebûnê di heman demê de dikşînin.
Û Elherîr bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî hejmarek ji giliyan ji penaberên Filestînê li parêzgeha Deraa wegirtine, ji ber ku hejmarek ji wan yên ji neçarî bi rijêmê re li hev hatine û li deverên xwe mane û sûd ji dana û alîkariyên ku UNRWA pêşkêş dike heyanî piştî ku saziyê çalakîyên xwe vegerandine deverê nedîtine.
Û Elherîrî xwest ku alîkarî û xizmetkariyên ku UNRWA pêşkêş dike bi hemû kesên bêpar mane ji penaberên filestînî bigihîne, û amadebûna hevbendiya niştimanî anî ziman ku wan alîkariyên UNRWA bi penaberên filestînê yên koçberî deverên bakur-rojavayê Sûriyê bûne bigihîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî