Balyozê Sûrî li Dewleta Qeterê, Nîzar Elhirakî, li gel Cîgirê Rêvebirê Ewlehiya Giştî Lîwa Ebdullah Mihemed Elsiwêdî, li baregeha Wezareta Navxwe ya Qeterê li Dewhaya Paytexta civiya.
Û di hevdîtinê de Rêvebirê Beşê Karûbarên Yasayî di Balyozxaneya Sûrî de û Rêvebirê Rêvebiriya Pisporên Giştî li Dewleta Qeterê Lîwa Mihemed Ehmed Eletîq Eldoserî amade bûn.
Û amadebûyan behsa hejmarek ji doseyên girêdayî rewşa Revenda Sûriyê li Qeterê û astengiyên rastî wan tên kirin.
Û Cîgirê Rêvebirê Ewlehiya Giştî Lîwa Ebdellah Mihemed Elsiwêdî pêşwaziya pêşniyarên ku hatine pêşkêşkirin kir, û soz da ku ewê wê doseyê bişopîne, û behsa gengaziya cîbicîkirina wê bi awayekî yekser li gorî rêşûnên yasayî yên tên bikaranîn û dikevin xizmeta giştî de kir.
Û amadebûna xwe bo pêşkêşkirina tevaya alîkariyên pêwîst ji Sûriyan re nemaze yên ku rewşin wan ên taybet hene li gorî şîretên rayedariya giştî di dewletê de anî ziman.
Û Balyoz Elhirakî sipasiya xwe bo Dewleta Qeterê bi mîr û gel û desthilata wê ve li ser xebat û helwestên wê yên qedirgiran di piştgiriya gelê Sûrî de û pêşkêşkirina tevaya cûreyên alîkariyê jê re kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî