Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civînek li gel hejmarek ji akadîmiyên Navenda Fikir ya Lêkolînan lidar xist, û bi wan re rewşa navendên lêkolînan li deverên rizgarkirî û rola wan di xurtkirina hişyariya sûrî ya giştî de gengeşe kir.
Û di hevdîtinê de Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî, û Cîgira Serok, Ruba Heboş û Hevrêzkarê Ofîsa Sendîke û Yekîtiyan Ebdulmecîd Berekat amade bûn, her weha D. Ehmed Nasîf û D. Ebdulmuheymin Eldêrşîbî û endamên komîteya amadekar yên kongira zanistî ya Sûrî ya yekemîn yaku dê di dema dahatî de li deverên rizgarkirî li darkeve amade bûn.
Û akadîmiyan şiroveyek li ser kongirê zanistî yê Sûrî û çalakî û armancên wê pêşkêş kirin, û Serokê Hevbendiya Niştimanî vexwendî beşdariya di çalakiyên wan de kirin.
Û amadebûyan rêgirî û astengiyên ku rastî lêkolîner û akadîmisyan tên û rewşa giştî ya zankoyan û xwendekarên zanîngehan li deverên rizgarkirî gengeşe kirin, her weha venasîna bi bawernameyên Sûrî, û hejmarek ji çareyên ku Serokê Hevbendiyê soz dabûn ku di dema dahatî de xebatê li ser bike pêşkêş kirin.
Û li ser girîngiya piştgiriya navendên lêkolînê li deverên rizgarkirî axivîn, daku piştgir be ji hişyariya Sûrî ya giştî û biryara niştimanî ya Sûrî re.
Û amadebûyî li ser pêşkêşkirina hêsankirinên girêdayî avakirina zankoyin nû li deverên rizgarkirî axivîn, û tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina berhemînanê di warê zanîn û zanistiyê de kirin.
Û amaebûyan tekezî li ser girîngiya berdewamiya pêwendî û hevrêziyê kirin, û gotin ku divê pişkdarî di navbera saziyên fermî û akadîmiyan û lêkolîneran de hebe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî.