Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Şêwirdara Siyasî ya Doseya Sûrî di Qonsilxaneya Holenda de, Rene Ebawî, pêşwazî kir, û sipasiya wê li ser hevkarî û hevrêziya ku pê rabûye di dema karê wê di xizmeta berjewendiyên hevbeş di navbera herdû welatan de kir.
Û ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Yqab Yehya û Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve Ebdulehed Istêfo û Balyozê Hevbendiya Niştimanî li Tirkiyê Nezîr Elhekîm û Endamê Rêvebiriya Karûbarê Penaberan Ednan Rehmon amade bûn.
Û Cîgirê Serokê Hevbendiyê spasî ji Şêwirdar Ebawî re li ser xebatên wê di piştgiriya şoreşa Sûriyê de bi dirêjiya sê salên bûrî pêşkêş kirin, û tekezî li ser rola Holenda di doseya lêpirsînê de û nemaze li gel biryara ku Wezîrê Derve yê Holende ragihandî di warê li dûvçûna rijêmê li pêşiya Dadgeha Cezayên Navdewletî li ser binyata binpêkirinên ku rijêmê dermafê rêkeftina navdewletî ya dijî îşkencê pêkanîne kir.
Û sipsiya Holenda li ser xebatên wê yên bi comerdî di warê pêşwazîkirina penaberên Sûrî de û berdewamiya wê di heman siyasetê de derbarê wan kir.
Û ji aliyê xwe ve Ebawî tekezî li ser doseya lêpirsînê kir, tevî ku dema karê li ser wê dê demeke dirêj bixwe, lê li dawiyê dê bi sûd be û tekez dê serkeftinê pêk bîne.
Û cextî li ser pêwîstiya karê li ser dîtina berdêlan di dema jikarêxistina bi mebest ji aliyê rijêma Esed ve di warê pirosesa siyasî de, her weha xwespartina rijêmê li ser rêbaza leşkerî ya xwîndar û berdewamiya rijêmê di wêrankirina jêrxaneya welêt û koçberkirina bêhtir ji nîvê gelê Sûrî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî.