Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekeziyê li ser redkirina xwe ji gotara sorkirinê re dike, ji ber ku ew yek ji mîkanîzmên ku tundûtûjî û terorê diafrîne ye, û derbaskirina vê gotarê bi navê azadiya derbirînê nayê pejrandin.
Destdirêjiya ser pîroziyên xelkê tiştekî ne sirûştî ye, lê piştgiriya wê ji aliyê desthilatên fermî û handana li ser wê û veguhistina wê gotarê wek pirojeyek hilbijartinê pêngaveke metrsîdar e, û hişmendî jêre divê, û ew tundrewî û ramanên tund geş dike.
Çespandina gotara sorkirinê û sivikdîtina zêdegaviyan dijî tiştên pîroz û eqîde û olên xelêk û gurkirina agirê qeyranan li şûna kêmikrina wan, dergehê pêşbirkiyê ji bo razîkirina beşên herî tundrew di civakê de vedike, ew hemû dê cîhanê û Firansa û civakên Ewropî deynin hember metirsiyeke mezin, û ew metirsiyeke rasteqîn e li ser pirensîpên dostanî û jiyana hevbeş di navbera gelan de.
Divê daxwiyanî û helwestên tevaya aliyan bi hişmendî û berpisyarî bin, û rê li pêşiya tundrewiyê bigirin, nemaze ku her teroristî û ramanên tundrew ji aliyekî ve derdikevin, li hember wê teroristî û ramanên tundrew yên dij wê hene, û ew jî bi xwe du rûyên pereykî ne, û koka wan herdûyan yek e.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ji tevaya hêzên siyasî û civakî û partiyên li firansa, dazwaza haydarîya ji gotara sorkirinê ya li Firansa bilind dibe kir, û cextî li ser pêwîstiya xurtkirina gotara pêkvejiyan û rêzgirtina li olên ku hejmara wan kêm e li Ferensa kir, her weha danîna çarçoveyeke ramanî û çandî ya hişmend daku rûbirûyî vê qeyranê û kêşeyên wek wê bibin.
Hevbendiya niştimanî tekeziyê li ser pêwîstiya gera li koka tundrewiyê û sedemên wê û karê li ser çareserkirina aloziyên mezin yên ku îro cîhan rastî wan tê li gorî yasaya navdewletî û cîbicîkirina biryarên navnetewî kir.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
26 çirya pêşî 2020