Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Derveyî çaeçoveya çi rûbirûbûbûn an livên leşkerî an gurkirin ji aliyê Artêşa Niştimanî ya Sûrî ve, balefirîn dagîrkerê Rûsî sibeha îro dijminkariyeke tewankar li ser leşkergeheke girêdayî Artêşa Niştimanî ya Sûrî pêk anîn, û bû sedema şehîdbûna bi dehan ji şervanan û pirosesên veguhastina birîndaran hîn berdewam e, û ji bo xwînbexşînê bangê li welatiyan dikin.
Êrîşên ku dagîrkerê Rûsî li ser leşkergeha devera Eldiwêle ya gundewarê Idlibê bicih anîye, gundê Eldiwêle û kampa di gund de jî daye ber xwe, ew jî bû sedema birîndarkirina hejmarek ji xelkên sivîl, û hîn bi dehan jî di bin cihên rûxandî de mane, ev êrîş wek binpêkirineke yekser re dermafê rêkeftina girêdayî agirbesta tam û operasyonên dijminkarîyê li devera kêmkirina şer ya çaremîn li bakurê Sûriyê, ew jî tê wateya ku aliyê rêkeftin li xwe girtiye ew bi xwe aliyê ku binpêkirinan dike û gefê dide ku bi awayekî ber bi dawiyê ve bibe û rêkeftinê birûxîne.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwazê ji civaka navdewletî dike ku helwesteke vebir bistîne, û dijminkariya Rûsî û binpêkirinên wê yên bi awayekî cidî gefê didin ser berdewamiya rêkeftinê şermezar bike, ji ber ku asoyên gurkirinê berve cihên nedyar ve dike.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî cextê li ser pêwîstiya danîna sînorekî ji van dijminkariyên rojane re kir, yên ku her roj ji aliyê Rûsiya û milîsên Îranî ve dermafê sivêlan li deverê gurtir dibe, û cextî li ser metirsiyên rasteqîn yên ku sînorên wê nayên texmînkirin û asta ku dê rewşê bighînê ger lîstina bi rêkeftinê berdewam bike û binpêkirin bidomin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
26 çirya pêşî 2020