Wezîrê Darayî û Aboriyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de D. Ebdilhekîm Elmisrî civînek navxweyî lidar xist, û têde Wezîrê Dadê Ebdellah Ebdulselam û Rêvebirê Çavdêriya Navxwe û Rêvebirê Giştî yê Aşan û Nûnerên Encûmanên Xwecihî yên deverên rizgarkirî amade bûn.
Û amadebûyan li ser mîkanîzmên berdewamiya piştgiriya tûrkê nan li deverên rizgarkirî di dema birrîna alîkariyê ji aliyê hin sazî û bexşkaran ve axivîn.
Û Wezîrê Darayî û Aboriyê tekez kir ku firneyên girêdayî Hikûmeta Sûrî ya Demkî dê di firotina tûrikê nên yê giraniya xwe 700 giram e bi leyreyeke Tirkî berdewam bike.
Û cext kir ku dê aş bi hemû hêzên xwe kar bikin, daku karibin ard ji firneyan re dabîn bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî