Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî serdana baragehên Artêşa Niştimanî ya Sûrî û Serokatiya Eniya Niştimanî bo Rizgariyê kir, û sersaxiyeke germ ji serkirdeyên Artêş û xwediyîn wan pakrewanên di bombebaranên Rûsî de li ser leşkergehên rahênanê li devera Eldiwêle ya gundewarê Idlibê şehîd bûne pêşkêş kir, û hêviyên saxbûna lezgîn ji birîndaran re xwestin.
Û serdan bi hevaltiya Endamê Desteya Siyasî Ebdulmejîd Berekat û Endamê Desteya Giştî Zekeriya Melahifcî, lidar ket.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku dijminkariya dagîrkerê rûsî wek binpêkirineke yekser e dermafê rêkeftina girêdayî agirbesta tam û operasyonên dijminkarîyê li devera kêmkirina şer ya çaremîn li bakurê Sûriyê.
Û Serkirde û endamên Artêşa Niştimanî han dan ser berdewamiyê di rêbaza şoreşgerî yaku li ser dimeşin, û tekez kir ku ger hebûn û amadekariyên wan yên leşkerî ne cihê diltengiya eşkere ya rijêma Esed û piştgirên wê bana, wan baregeha rahênanê armanc nedikir, ji ber ku ne pevçûn û ne jî şer hebû.
Û Elherîrî daxwaz ji civaka navdewletî kir ku helwesteke vebir bistîne, û dijminkariya Rûsî û binpêkirinên wê yên bi awayekî cidî gefê didin ser berdewamiya rêkeftinê şermezar bike, ji ber ku asoyên gurkirinê ber bi cihên nedyar ve dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî