Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî, pêşwaziya girûpek ji efserên Artêşa Niştimanî li baregeha Hevbendiya Niştimanî li gundewarê Heleb kir, ew jî piştî gurkirina leşkerî dawîn yaku balefirên dagîrkerê Rûsî êrîş li ser devera Eldiwîle ya gundewarê Idlibê pêk anîne hat, yaku tê de bi dehan bûne qurbanî ji kesên leşker û sivîlan.
Û amadebûyan bandora vê lêdana ku hêzên Rûsî pêk anîne gengeşe kirin, û li ser eger hebûna ku ew êrîş bibe sedema têkçûna rêkeftina agirbestê yaku di heyva adara borî li bajarê Sotşî hatiye îmze kirin axivîn, nemaze di dema hebûna nîşanên operasyoneke leşkerî nû de.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî dê bi hevrêziya li gel ortaxên xwe nemaze Tirkiyê û Emerîka rabe, daku bûyerên han careke din dubare nebin.
Û bal kişand ser ku Rûsiya alîkariyê bi rijêma Esed re ji bo afrandina bihaneyan dike, daku operasyoneke nû li deverê çêbikin û berve rêbaza leşkerî û xwîndar biçin.
Û cextî li ser pêwîstiya ku civaka navdewletî bo parastina rêkeftina agirbestê berpisyariyên xwe hilgire kir, û li ser pêşxistina wê daku nehêle ew hilweşe kar bike, her weha karê li ser kartêkerkirina pirosesa siyasî daku bighînin çareya siyasî li gorî biryarên navdewletî û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî