Di berdewamiya zincîra çalakiyên nûertiya herêma kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî de, duhî li roja sêşemê 30/05/2017, bi dehan penaberên kampa Basirmê bi tevlîbûna berêz Ibrahîm Biro serokê ENKSê û endamên nûnertiya wê, xwepêşandanek hat lidarxistin ji bo şermezarkirina kiryarên terorîstî yên PYDê, û serbestberdana têkoşerên kurd û çalakvan û rojnamevanên girtî di girtîgehên PYDê de.
Berêz Ibrahîm Biro serokê ENKSê gotinek pêşkêş kir û têde tekezî li ser giringiya berdewamiya kar û xebata siyasî ya aştiyane ji aliyê tevgera siyasî ya kurd kir, û herwiha dakokî li ser giringiya dijberiya kiryarên terorîst yên PKKê di derheq gelê kurd li Sûriyê kir, û cext li ser giringiya riswakirina vê yekê li pêşberî raya giştî kir, û hevdem bi germî silav li xweragiriya xebatkarên kurd yên di girtîgehên PYDê de kir, PYD ya ku bi şûnkarî fermana rijêma Sûrî ya tepeserkirina gelê kurd û tevgera wî ya siyasî cîbecî dike.
Serokê encûmenê bal kişand li ser qurbaniyên mezin yên pêşmergên qehreman di çeperan de, û tekez kir ku roja vegera yekemîn karwenê pêşmerge wê bi roja vegera gelek ciwanên kurd ji Ewropa û Tirkiyê û Kurdistanê bo welat be, û tevlîbûna li nav refên hêza pêşmerge ji bo berevaniyê di ber gel û welatê xwe de bikin, û rastkitina guhertina demografîk ya PYDê pêk aniya.
Hêjayê gotinê ye ku nûnertiya ENKSê ya li herêma kurdistanê dest bi hilmeteka xwepêşandanan li kampên herêmê kiriye ji bo şermezarkirina kiryarên terorîstî yên PYDê û serbestberdana girtiyên kurd yên di girtîgehên wê de.
Jêder: beşê kurdî ji ofîsa ragihandina Hevbendiyê