Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bombebarana li pey hev yaku rijêma Esed û milîsên Îranî yên mezhebî li deverên aram li Idlibê û gundewarê wê pêk tînin şermezar kir, û Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî tekez kir ku armanckirina Idlib û Erîha ji vê sibê de binpêkirin e ji agirbestê re û ew gurkirineke metirsîdar e.
Û di nivîsekê de li ser malpera “Tiwiter”ê Elherîrî daxwaza helwesteke navdewletî ya lezgîn li ser asta kesên rêkeftin li xwe girtine û dewletên kartêker kir.
Û bal kişand ser ku bêdengiya hember van tewanan û derbasbûna wan dê nameyeke şaş bide tewankar daku di tewanên xwe de berdewam bimînin.
Û alavên ragihandinê yên xwecihî veguhestin ku hejmara qurbaniyên bombebarana bi mûşek û topxaneyan li ser parêzgeha Idlibê gihîşte 8 qurbaniyan, 3 jê li Erîha û 2 li Neliya û 2 li Kifreya her weha qurbaniyek jî li navenda bajarê Idlibê şehîd bûye.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Ebdulbast Ebduletîf, diyar kir ku di nav qurbaniyan de zarokên diçûn çadira hînkirinê hebûn, û hejmarek ji sivîlan jî birîndar bûn.
Û tekez kir ku berdewamiya êrîşên rijêma Esed û piştgirên wê li ser deverên sivîlan tewana cengê ye, yaku li ber çavê cîhanê pêk tê bêyî ku ti bersiv jêre hebe.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî