Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Careke din Hevbendiya Niştimanî hişyariyê ji metirsiyên gurkirinê li Idlibê wek binpêkirinekê ji mercên hêminkirina deverê re dide, herweha haydariyê ji encamên van binpêkirinên berdewam û rêbazkirî li ser rêkeftina kêmkirina şer dide, û ev yek hewcedarî helwesteke navdewletî ya bilez e, berî rewş berfireh bibe û bi yekcarî ji bin kontrolê derkeve.
Hêzên rijêmê , di keysdîtineke beloq ji rewşên navdewletî û dosyên corbecor re yên ku li ser asta navdewletî dibin, bi mebest û bi piştgiriya milîsên îranî, bi bombebarankirineke mûşekan û topxaneyan dijî gelek deverên Idlibê û gundewarê wê tevlî bajarê Idlibê bi xwe jî, û Erîha , Ihsim , Albarde , Mirêhan û Belşûn, û deverin li Çiyayê Zawiyê û Çiyayê Erbehîn û şinan û Kefreya û ji bilî wan jî rabû.
Raporên destpêkî piştrast dikin ku 8 kes şehîd ketine, 3 zaroj di nav wan de hene, piştî armanckirina malên wan bi mûşek û topxaneyan.
Bombebaran danê sibehê dijî hejmarek ji deverên gundewarê Idlibê tevlî taxin ji rojhilatî bajarê Idlibê pêk hat, herweha Erîha jî tûşî bombebaraneke tund bi zêdetir ji 50 avêjtokê bû.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwaza helwesteke navdewletî ya bilez li ser asta garantorên lihevkirina agirbestê û dewletên kartêker kir, û hişyarî da ku bûrandina bêdeng ji van tewanan re nameyeke nerast dide rijênê da di tewanên xwe de berdewam be.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
04 çirya paşî 2020