Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di rapora xwe ya mehane ya dawîn a taybet bi çavdêriya rewşa mafên mirova li Sûriyê, tekez kir ku balafirên Rûsî careke din hejmarek ji deverên parêzgeha Idlibê armanc kirin, û ew êrîş bûn sedema kuştina sivîlan û awarebûna bi sedan ji xelkê deverê.
Û rapora Tora Mafnasî yaku duh çarşemê derketiye anî ziman ku wê di heyva çirya pêşîn de kuştina 126 sivîlan di nav de 18 zarok û 8 jin û kadroyekî rojnemevanî belge kiriye, her weha 10 qurbaniyên ji ber îşkencê canê xwe ji dest dane û ne kêmtir ji 3 komkujiyan di heyva borî de pêk hatine.
Û raporê got ku di heyva borî de 14 dijminkarî li ser navendên jîndariyê yên sivîlan pêk hatin, 5 jê li ser destê hêzên rijêmê bûn, û yek li ser destê hêzên Rûsî û yek li ser destê Heyet Tehrîr Elşam, û 7 li ser destê aliyin din bûn, di nav wan êrîşan de 2 êrîş li ser cihên olî bûn, 3 li ser bazaran bûn û yek jî li ser navendeke girêdayî berevaniya sivîl bû.
Û raporê bal kişand ser ku hêzên rijêmê û Rûsiya tewanên cengê yên corbecor yên dervayî çarçoveyê yasayê wek kuştin û girtin û îşkencekirin û binçavkirina kotekî pêk anîne, û ew êrîş û bombebaranên bêserûber bûne sedema ruxandina avahiyan.
Û raporê berdewamiya qurbaniyên Sûrî bi sedema teqîna mayînan li corbecor parêzgehên Sûriyê û kuştina 12 sivîlan 3 zarok di nav wan de hebûn ji ber teqîna mayînan şehîd bûne belge kirine, û got ku serencama qurbaniyên ji ber teqîna mayînan îsal gihîşte 86 sivîlî 15 zarok di nav wan de hebûn.
Û raporê bal kişand ser ku rijêmê yasaya navdewletî ya mirovahî û yasaya urfî û biryarên Encûmena Ewlekariyê binpê kirine, bi awayekî taybet biryara hejmar 2139 û biryara hejmar 2042 ya girêdayî serbestberdana girtiyan û biryara 2254, lê tevî wan binpêkirinan jî hîn tewankar nehatiye cezakirin.
Û rapora Tora Mafnasî daxwaza rêşûnin zêdetir piştî derketina biryara hejmar 2254 ji Encûmena Ewlekariyê kir, û cextî li ser pêwîstiya ku doseya Sûriya veguhêze Dadgeha Cezayên Navdewletî û sizakirina tevaya tewanbaran kir, tevî rijêma Rûsî piştî hate çespandin ku wê tewanên cengê li Sûriyê pêk anîne.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî