Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi Serokatiya D. Nesir Elherîrî, civîek li gel Eniya Aştî û Azadiyê yaku ji Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Rêxistina Asorî û Şepêla Siberoja Sûrî û Encûmena Erebî ya Cezîre û Ferat pêk tê, lidar xist.
Û civînê girîngî da devera Rojhilatê Ferat û pêwîstiya wê û girîngiya rêvebirina wê deverê ji aliyê xelkê wê ve, û rewşa meydanî û debara jiyana xelkê deverê hate gengeşe kirin.
Û di civînê de ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî, Ruba Heboş û Emîndarê Giştî Abdulbasit Abdulletîf, û Endamên Desteya Siyasî, Ebdilehed Istêfo, û D. Nezîr Elhekîm, Ebdulmecîd Berekat û Ebdellah Gedo û Nûnerê Hevbendiya Niştimanî li bal Yekîtiya Ewropa û Belcîka, Beşar Elhac Elî, amade bûn.
Û aliyê Eniya Aştî û Azadiyê ji Berpirsê Rêxistina Asorî ya Dîmoqratî Dawud Dawud û Berpirsê Ofîsa Têkliyan di Rêxistinê de, Gabryêl Moşê Koriyê û Nûnerê Şepêla Siberoja Sûrî Wasêf Newaf Elzab û Berpirsê Rêvebirî yê Partiya Demoqratî ya Kurdiatanî Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurdî, Mihemed Ismaêl, û Sekretêrê Partiyê Yekîtî yê Kurdistanî Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurdî, Silêman Oso, amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser rola mezin ya devera bakur û rojavayê Sûriyê axivî, û tekezî li ser aştiya welêt û yekîtiya xaka wî kir, û dît ku ew xêzeke sor e û nabe nêzî yekîtiya wê bête kirin.
Û Elherîrî cextî li ser redkirina çi rêxistina ku di hundir Sûriyê de perçeyek ji rêxistineke terorîst be kir, û got ku bi carekê çênabe ti milîsên biyanî li ser xaka me werin pejrandin, ger endam bin an serdar bin, û tekez kir ku ev nerîna zelal e û ew bingeha çi pirosesa diyaloga niştimanî ye.
Ji aliyê xwe ve Endamên Eniya Aştî û Azadiyê tekez kirin ku yekîtiya xaka Sûriyê pêşindeya nerîna wan ya siyasî ye, yaku pirensîpeke sereke ye di warê daxwazên gelê sûrî yên azadî û rûmet û dadwerî û demoqrasiyê, û anîn ziman ku hemû belgeyên Eniya Aştî û Azadiyê xwe dispêrin giyan û raman û pirensîpên kaxesên aliyên fermî yên hêzên şoreş û rikberiya Sûrî.
Û Şandê tekez kir ku pêkhatên vê Eniyê perçeyekî sereke ji saziyên fermî yên rikberiya Sûrî wek Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Desteya Danûstandinê ya Sûrî ne, û hêviyên wê heman hêvî ne ew jî gihîştina çareya siyasî li gorî biryarên navdewletî û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254.
Û şandê cext kir ku Eniya Aştî û Azadiyê baweriyê bi karê hevbeş li ser bingeha berjewendiya niştimanî tîne, û ev pergalekê niştimanî li pêşiya hemû hêz û pêkhatên di hudir Sûriyê de vekirî ye, û armanc dike ku pirekê di navbera tevaya hêzên hundir û derve de çêbike.
Û endamên Eniyê yên nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd, zaniyarî li ser danûstandinên li gel PYD û partiyên pê re ji serkirdeyên Hevbendiya Niştimanî re diyar kirin, û tekezî li ser hebûna dozên cihê nakokiyê li gel wan kirin, û di serî de vekirina girêdanên li gel PKK û derketina wê rêxistinê tev tevaya endamên wê yên biyanî ji xaka Sûriyê, û rawestandina leşkariya neçarî, û serbestberdana girtiyan, û eşkerekirina çarenûsa binçavkiriyên kotekî û rêbazên fêrkirinê û pirsgirêka girêbesta civakî.
Û amadebûyan tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya hevdîtinên rolane û şêwirdarî û hevrêziyê û gengeşekirina pêşketinên siyasî û meydanî û mirovahî li devera bakurê rojhilat kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sû