Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, hevdîtinek li ger herdû Nivîskarên Tirk Bekir Berat Ozebek û Fayik Tanricolo bi amedebûna Hevrêzkarê Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş Ehmed Bekora di riya odeyeke tilfizyonî ya girtî re lidar xist, û ji bo derxistina pirtûka ku pirsên penaberên Sûrî li Tirkiyê çareser dike û şaştiyên li ser Sûriyan belav bûne red dike ew xelat kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser kûrbûna têkliyên dîrokî di navbera herdû gelên Sûrî û Tirkî de kir, û sipasiya Tirkiyê li ser pêşwaziya Sûriyan kir, û got ku dema herkesî xwe ji paş gelê Sûrî da alî û ku ew bi tenha wî li pêşiya stema rijêma tewanbar hiştin, Tirkiyê li kêlek wî rawestiya.
Û bal kişand ser pêwîstiya têghiştina sedemên kûr ên ku hiştine gelê Sûrî dest ji welatê xwe berde, û tekez kir ku hebûna Sûriyan li Tirkiyê demkî ye, lê ew derfeteke mezin ne bo avakirina têkliyên pêşerojî yên sitratîcîk, û got ku bêhtirê Sûriyan tekeziyê li ser heza vegera welatê xwe piştî pêkanîna çareya siyasî dikin.
Û Elherîrî li ser rewşa Sûriyên li Tirkiyê û serkeftinên wan di cûrbecûr waran de, nemaze di warê fêrkirin û bazara kar de axivî, û cextî li ser girîngiya rastkirina nerîna şaş li bal hin welatiyên Tirk derbarê penaberên Sûrî li Tirkiyê kir, û got ku divê em derfetê nedin yên hebûna Sûriyan li Tirkiyê ji bo armancên siyasî bikar tînin û dixwazin têkliyên baş ên di nav herdû civakên bira de xirab bikin.
Û sipasiya rewşenbîrên Tirk bi gelenperî û nivîskaran bi awayekî taybet li ser hewildanên berdewam di warê serrastkirina şaştiyan de kir, û çalakiyên Rêvebiriya Penaberên Sûrî di Hevbendiya Niştimanî de û Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş û karê wê li ser şopandina rewşa Sûriyan li Tirkiyê û dewletên dîtir yên pêşwaziya penaberên Sûrî kirine berçav kirin.
Û ji aliyê xwe ve nivîskar Faêk Tanricolo li ser naveroka pirtûkê axivî, û bal kişand ser ku wî demeke dirêj li dervayî welêt qedandiye û wateya penaberiyê baş dizane, û got ku ji min re pir hêsan bû ku ez dijwariyên ku Sûrî li Tirkiyê rastî wan tên bibînim.
Û Nivîskar Bekir Berat Ozebek qonaxên amadekirina pirtûkê berçav kirin, û eşkere kir ku wan çar salan şerê şaştiyên ramanî yê dijî Sûriyan dikir, û tekez kir ku herdû gelên Sûrî û Tirkî xwedî çand û dîrokeke hevbeş in.
Tê zanîn ku herdû nivîskaran bi hev re pirtûkek di bin navnîşana Koçberî li Tirkiyê ji Berê ta Niha derxistine, û têde li ser sedemên koçberiya Sûriyan ji welatê xwe, û wateyên koçberiyê bi dirêjiya dîrokê, û rola Tirkiyê di pêşwazîkirina hejmarek ji gel û olan axivîn.
Û pirtûkê têgahên şaş li ser Sûriyan berçav kirin, û li ser şirovekirina van têgah û rastiyan kar kir, û bersivên pirsên belavbûyî dan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî