Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku Tevaya cîhanê bi deng û wêne qurbaniyên gelê sûrî şopandin, û cenga kîmawî li ser wan ji aliyiyê rijêma Esed ve temaşe kirin, bêyî ku çi alî ji civaka navdewletî berpisyariyê wek tê xwestin hilgire.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyekê de bi boneya roja vejîna bîranîna qurbaniyên çekên kîmawî de, got ku em wê dîmena girêdayî tawana berdewam dermafê gelê Sûrî di bîra cîhanê tînin, çi bi çekên kîmawî be an bi çekin din be, û berdewamiya rijêmê di tewanan de û bi ser de tevlêbûna Rûsiya û Îranê di wê cenga dijî Sûriyan de.
Û daxwiyaniyê got ku Tevî ku ketwarê navdewletî sist e derbarê pîstirîn tewanên kîmawî yên vê sedsalê, û eşkerebûna encamên wê yên kirêt, em civaka navdewletî bi hemû aliyên wê ve, tevî xwediyên xêzên sor, dixin bin lêpirsîn û berpirsyariyên wan, û careke din berpisyariya tevaya aliyan derbarê doseya tewanên li Sûriyê pêkhatine di bîra wan tînin.
Û daxwiyaniya Hevbendiyê cext kir ku girîngiya rojên navdewletî ne tenê ji bo hişyarkirina gelan derbarê dozên herî girîng e, lê divê berpisyariyên civaka navdewletî û encûmen û saziyên wê derbarê wan dozan di bîra wan bîne.
Û Hevbendiya Niştimanî di bîranîna qurbaniyên çekên kîmawî de bal kişand ser ku texsîra şermezarkirî navnîşana berçav û xwiya ye li ser eniya civaka navdewletî û Encûmena Ewlekariyê û aliyên dewletî yên sereke, di dema çalaknekirina yasaya navdewletî û biryarên navdewletî de, û berdewamiya guhnedanê derbarê rizgarkirina tewanbaran ji aliyê lidûvçûn û lêpirsînê de, û vekirina derî li pêşiya cîhana ku têde pîstirîn tewan pêk tên, bêyî ku tewanbar ji ber kiryarên ku pêkanîne bitirsin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî