Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku mafên welatiyên Sûrî yên li ser destê rijêma sitemkar û hevalbendên wê hatine binpêkirin nayên salixdan, ji serkutkirin û girtin û îşkencekirinê dedest pê dibe û derbasî dorpêçkirin û koçberkirin û guhartina demografî dibe, ta dighêje kuştin û komkujî û tewanên cengê.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyekê de bi boneya roja mafên mirovan got ku, berpisyariyên kesên têkildarî vî ketwarê metirsîdar û binpêkirina berdewam dijî mafên mirovê Sûrî li bal çi aliyên ew binpêkirin bi kar anîne bidawî nayê, çi rijêm be an Rûsiya an Îran an milîsên terrorîst yên piştgiriya wan dikin be, an ewên berhemênan û rêvebiriya wan kirine be.
Û daxwiyaniyê got ku civaka navdewletî bi tevaya aliyên xwe berpisyariyên xwe derbarê berdewamiya van binpêkirinan û mana wan tewanbaran dûrî lêpirsîn û dadweriyê hildigrin.
Û daxwiyaniyê bal kişand ser ku jîngeha navdewletî yaku destûr daye ku ev qebareya binpêkirina mafên mirovan li Sûriyê çêbibe, divê berpisyariya di ber wan de hilgire, her weha di ber rola wan di derfetdana vê rijêmê daku hemû tewanan pêk bîne bêyî ku ji encamê bitirse.
Û daxwiyaniya Hevbendiyê bal kişand ser ku girtiyên Sûriyê ji keç û kuran divê di serê lîsteya cîhanî de bin, derbarê tiştê ku rastî wan tên, wek îşkence û birçîkirin û derdeseriyên ji ber binpêkirin û tewanên kêlî bi kêlî dibînin.
Û Hevbendiya Niştimanî ya sûrî dît ku her tawanek ku li Sûriyê dermafê girtiyan û mafên mirovan tête kirin, nîşana şermê ye li ser eniya civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî û Encûmena Ewlekariyê û dewletên çalake .
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî