Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Teqîna terorî yaku bajarê Serê Kaniyê armanc kiriye, bû sedema şehîdbûna 4 endamên Artêşa Niştimanî û 2 Endam ji hêzên Tirkî û birîndarbûna 14 kesên dîtir.
Teqîna teroristî ya tewankarî bi erebeyeke mayînkirî xaleke çavnêriyê li dergehê başûrî bajêr ku dikeve gundewarê Hesekê armanc kir.
Ev teqîn û zincîrên teqînên ku li vê dawiyê çêbûne, metirsiya mezin ji belavbûna milîs û çeteyên PYD yê terrorîst û şûnmayên rijêmê û milîs û nandozên bi ser wê ve li deverê tekez dike.
Dubarekirina van cureyên opirasyonan tiştê me berê destnîşan kirine tekez dike, ku divê tevaya tabûrên Artêşa Niştimanî ya Sûrî ji bo rûbirûbûna çi dijminkariyan û di rewşa amadehiya herî bilind de bimînin, û pêwîstiya sitandina rêşûnin zêdetir bo dûrxistina terrorîst û siponserên wan, û ku ew rêşûn rûbera deverên rigarkirî fireh bikin, û wan deveran ji terrorê û çêkerên wê paqij bike.
Hevbendiya niştimanî sersaxiyên germ ji xwediyên şehîdan re pêşkêş dike, û hêviya saxlemiya lezgîn bo kesên birîndar dike, û ji civaka navdewletî helwestin vebir dijî terror û siponser û yên bikaranîna wê dikin dixwaze, bêyî ku tu cudahî di nav cureyên terror û çêkiriyên wê de hebe, li gel girîngiya piştgiriya Artêşa Niştimanî ya Sûrî û saziyên Hikûmeta Sûrî ya Demkî, daku van rêxistinan û komikên teroristî yên biçûk û yên li paş wan disekinin dorpêç bikin, û jêderên wan bimiçiqînin, û piştgiriya wan rawestînin, û şelandina wan misoger bikin, daku gefên wan yên berdewam dijî sivîlan bidawî bibe.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
11 Kanûna pêşîn 2020