Serokê Hevbendiya Niştimsnî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, nameyeke sipasiyê arasteyî Serokatiya Encûmena Wezîran ya Dewleta Qeterê kir, û têde memnûntiya xwe li ser xebat û xizmetkariyên ku encûmen ji bo dabînkirina tevaya pesendkirinên pêwîst ji aliyên fermî de pêşkêş kirine anî ziman, û tevaya rêşûnên girîng bo veguhastina termê rêzdarê rihmetî Balyoz Nîzar Elhirakî Hêsan bi awayekî rêkûpêk kirin, daku li cîgehê xwe yê dawî li Paytexta Qeterê Eldewha bi amadebûna heval û malbata rihmetî were veşartin.
Û Elherîrî lav û hêviyên xwe bo parastina dewleta û gelê Qeterê anîn ziman, û ku xêr Bereket li ser Qeter û herdû umetên erebî û îslamî bidome.
Û Balyozê Sûrî Nîzar Hassan Elhrakî roja yekşemê li bajarê Stanbolê piştî pêketina bi vîrosa korona koça dawiyê kiribû, û termê rihmetî duh çarşemê rakirin cîgehê wî yê dawî li paytexta Qeterê Eldewha.
Elhrakî yekemîn Balyozê Sûriyê bû, piştî ku Dewha danpêdan bi Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî kiriye wek nûnerê rewa yê gelê Sûriyê di destpêka sala 2013yan de.
Elhrakî di sala 1962yan de li Şama Paytexta Sûriyê ji dayîk bûye, û bi xwe ji bajarokê Elmilêha Elxerbiye ya Parêzgeha Deraa başûrê welêt e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî