Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di rapora xwe ya dawîn de anî ziman ku Sûriya dewleta herî xirab e ji aliyê çandina mayînan de ji sala 2011an de, û tekez kir ku ji sê paran yek ji qurbaniyên bi sedema mayînan li Sûriyê hatine kuştin jin û zarok in.
Û raporê kuştina ne kêmtir ji 2601 sivîlî di nav de 598 zarok, 267 jin di bûyerên teqîna mayînan de li cûrbecûr parêzgehên Sûriyê ji sala 2011an de hatin kuştin, 8 kadroyên bizîşkî, 6 kadroyên berevaniya sivîl û 9 kadroyên ragihandinê di nav wan de hebûn.
Û raporê diyar kir ku bêhtirê qurbaniyên bombeyên zemînî li herdû parêzgehên Heleb û Reqa bûn, û rêjeya qurbaniyan li herdû parêzgehan nêzî 51% bû, di pişt re parêzgeha Dêra Zorê bi rêjeya derdorî 16% û paşê Deraa nêzî 9% û Hema bi rêjeya 7% bû, û di pey re parêzgehên din tên.
Û Tora Sûrî di rapora xwe de dît ku Sûriya ji pîstirîn dewletên cîhanê ye di qebareya mayînên çandî de ji sala 2011an de, tevî ku bikaranîna wan ji aliyê yasaya navdewletî ve qedexe ye.
Û rapor ji tevaya aliyan daxwaz kir ku rêzê li rêzikên zagona navdewletî ya mirovahî û yasaya mafên mirovan ya navdewletî bigirin, ku çandina mayînên dijî sivîlan û yên cihên sivîl armanc dikin rawestînin, û dest bi opirasyonên paqijkirina mayînan li deverên di bin kontirola wan de bikin.
Û Tora Mafên Mirovan di raporta xwe de tekez kir ku bêyî ku veguheztineke siyasî û çûna ber bi demokrasî û mafên mirovan ve li Sûriyê pêk were aramî çênabe, û raportê pêşniyarên din ji komisyona Bilind ya Mafên Mirovan û komîteya serbixwe ya lêpirsîna navdewletî yên derbarê Sûriyê pêşkêş kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî