Hevbendiya Niştimanî cext kir ku teqîna bajarê Serê Kaniyê armanc kiriye û zincîrên teqînên ku li vê dawiyê çêbûne, metirsiya mezin ji belavbûna milîs û çeteyên PYD yê terrorîst û şûnmayên rijêmê û milîs û nandozên bi ser wê ve li deverê tekez dike.
Û Hevbendiyê di daxwiyaniyeke rojnamevanî de got ku dubarekirina van cureyên opirasyonan tiştê me berê destnîşan kirine tekez dike, ku divê tevaya tabûrên Artêşa Niştimanî ya Sûrî ji bo rûbirûbûna çi dijminkariyan di rewşa amadehiya herî bilind de bimînin.
Û daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser pêwîstiya sitandina rêşûnin zêdetir bo dûrxistina terrorîstan û siponserên wan, û ku ew rêşûn rûbera deverên rizgarkirî fireh bikin, û wan deveran ji terrorê û çêkerên wê paqij bike.
Û Hevbendiya Niştimanî daxwaza helwestin vebir dijî terror û siponser û yên bikaranîna wê dikin ji civaka navdewletî kir, bêyî ku tu cudahî di nav cureyên terrorê û çêkiriyên wê de hebe, li gel girîngiya piştgiriya Artêşa Niştimanî ya Sûrî û saziyên Hikûmeta Sûrî ya Demkî, daku van rêxistinan û komikên teroristî yên biçûk û yên li paş wan disekinin dorpêç bikin, û jêderên wan bimiçiqînin, û piştgiriya wan rawestînin, û şelandina wan misoger bikin, daku gefên wan yên berdewam dijî sivîlan bidawî bibin.
Û Teqîna terorîstî yaku vê dawiyê bi erebeyeke mayînkirî xaleke çavdêriyê li dergehê başûrî bajarê Serê Kaniyê yê ku dikeve gundewarê Hesekê armanc kiriye, bû sedema şehîdbûna 4 endamên Artêşa Niştimanî û 2 Endam ji hêzên Tirkî û birîndarbûna 14 kesên dîtir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî