Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, li gel nûnerê Birêtanî yê nû yê taybet bo Sûriyê Jonathan Hargreaves civiya, û pêre behsa dawîtirîn pêşketinên rewşa meydanî û siyasî kir.
Û di hevdîtina ku ji dûr ve lidar ketiye, Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve Ebdiehed Istêfo, û Nûnera Hevbendiya Niştimanî li Birêtaniya, Behîye Mardînî û Nûnerî Birêtanî yê Taybet ê berê Martin Longden amade bûn.
Û aliyê Birêtanî sersaxiya xwe bo Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî derbarê mirina Balyoz Nîzar Elhirakî Pêşkêş kir, û pesna xebatên rehmetî û karên wî yên diketin xizmeta şoreşê de da, û Nûnerê Berê kurte danasînek li ser Nûnerê Nû Jonathan Hargreaves yê ji demeke nêz de şûna wî digre pêşkêş kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî pêşwaziya berêz Hargreaves kir, û bi erênî li ser xebatên nûnerê berê û rola wî di piştgiriya doza Sûrî de axivî, û Elherîrî şiroveyek li ser gera dawîn ya Komîteya Destûrî û encamên wê pêşkêş kir, û tekezî li ser pêwîstiya piştgiriya Birêtaniya û civaka navdewletî bo serkeftina çareya siyasî li Sûriyê di riya cîbicîkirina biryara 2254 kir, daku di riya wê re fişarê li ser rêjîmê û siponserên wê bike, da ku bi awayekî cidî bi biryarên navdewletî re bide û bistîne, û got ku me ji aliyê rijêmê ve di gerên berê de tu cidîbûn hest nekir, û viyana wî tuneye ku tevlî pirosesa siyasî ya rasteqîn bibe, lê li şûn wê hîn şandê rijêmê li pêşiya çi pêşketina rasteqîn di nivîsîna destûrê û gengeşeyên naverokên wê de astengî diafirandin.
Û Elherîrî daxwaza kar li gel civaka navdewletî bo hilanîna rewatiyê ji ser rijêma Esed nemaze di Netewên Yekbûyî de ji Birêtaniya kir, ji bo ku fişarê lê bikin, daku pabendiyê bi biryarên çareya siyasî li gor li ser lihev hatiye kirin bike.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî di axaftinê de bi firehî li ser rewşa meydanî li bakurê Sûriyê û rojhilatê ferat û rojavayî wê û rewşa jiyanê ya dijwar a ku zêdetir ji 5 milyon mirov tevlî derbider û koçberan derdeseriya wê dijwariyê dikşînin axivî, û bal kişand ser derdeseriyên xelkê me li Rojhilatê Ferat ya di bin kontirola PYDya terrorîst de, û pêwîstiya rizgarkirina wê deverê ji desthilatên defakto û girîngiya qewtandina milîsên Qendîl berve cihên jê hatine.
û Elherîrî pesnê piştgiriyên ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve li bakurê sûriyê yê azad tête pêşkêş kirin û ji bo bêhtirî 4 melyonên Sûrî yên li ser xaka wê dijîn da, û ji dewletên dîtir yên çalak di civaka navdewletî de daxwaza pêşkêşkirina bêhtir ji alîkariyan re di warê piştgiriya gelê Sûrî û Hikûmeta Sûrî ya Demkî kir, ji bo çakkirina rewşa jiyanê û pêşkêşkirina xizmetkariyan li deverê, û Elherîrî tekez kir ku pir pêwîste ku asta piştgiriya siyasî bo hêzên şoreşê bilind bibe, û piştevaniya hikumdariyê li deverên rizgarkirî were kirin, daku jîngeheke aram bo nişteciyan damezrîne, ji ber ku ew weke cihekî aram e ji bo sûriyan, her weha ji bo vegera xelkê deverê an kesên penaber.
Û di dawiya civînê de Elherîrî spasiya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bo Birêtaniya li ser piştgiriyên wê yên berdewam û xebatên wê yên herdem û hevrêziya wê ya çalak ji bo doza gelê Sûrî ya rewa anî ziman, û ji hêla xwe ve aliyê Birêtanî tekezî li ser pabendiya xwe di warê piştgiriya Hevbendiya Niştimanî û gelê sûrî di pêkanîna hêviyên wî de û bidestxistina azadî û rûmet û vegihestina demoqrasî di riya cîbicîkirina biryara navdewletî 2254 bi awayekî temamî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî