Yekîneya Hemhangiya Piştgiriyê vegera nexweşiya falinca zarokan carek din li Sûriyê ragihand, û gazî li NY û desthilatên Tirkiyê kir ji bo dana destê alîkariyê ji bo jinavbirina vê nexweşiyê ya bûye gef li ser jiyana tevaya zarokên Sûriyê.
Yekîneya Hemahengiya Piştgiriyê di daxuyaniyekê de got ku “Îro em bi xemgînî dizanin ku nexweşiya falinca zarokan careke din belav bûye, û wê bibe sedema pûçbûna zarokên me, di dema ku em di wê baweriyê de bûn ku em bi yekcarî ji vê nexweşiyê ruha bûne“.
Herwiha Yekîneyê got ku di taqîkirinên laboretoran de yên hatibûn şandin ji bo taqîgehên Enqera yên wezareta saxlemiya Tirkiyê, “vîrosa falinca zarokan ya ne bejikî” hatiye dîtin, û ev yek ji aliyê rêxistina saxlemiya cîhanî hatiye piştrastkirin.
Yekîneyê diyar kiriye ku ev vîros li destpêkê li bajarê Meyadîn li parêzgeha Dêrazorê hatiye dîtin û paş re li Girê Sipî li Reqê, û cext li ser wê yekê kir ku “Ev yek nîşanderek metirsîdar e li ser belavbûna vê nexweşiyê”, û got ku wê ev nexweşî ” derbasî dewletên cîran jî bibe“.
Yekîneyê di daxuyaniya xwe de gazî NY û ajansên wê û di serî de ji Rêxistina Saxlemiya Cîhanê û rêxistinên navdewletî yên pêwendîdar kir, herwiha gazî hikûmeta Tirkiyê kiriye ji bo pêşkêşkirina piştgiriya ku soza dana wê daye bide.
Hêjayî gotinê ye ku berdevka rêxistina saxlemiya cîhanê di 29ê gulana bûrî de gotibû ku her ji destpêka sala 2017an de, 50 zarokên bi nexweşiya falinca sist ya dijwar li parêzgehê hatine dîtin, lê hêjî dîtina vîrosa falinca zarokan di xwîna nesaxan de ji aliyê taqîgehan ve nehatiye piştrastkirin
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî – Wekalat