Xwecihiya Efrînê ya Encumana Niştimanî ya Kurdî ragihand ku roja înê 9/6/2017 hêzeke çekdar li rojavayî Ezazê xelkên gundê Elî Qîno yê bi ser bajarokê Şeran ve ye li gundewarê Efrînê û ew Kurdên Êzidî koçber kirin, piştî ku dest danîn ser mal û milkên wan.
Xwecihiya Efrînê di daxuyaniyekê de got ku ewê hêza çekdar derfeta demjimêrekê da milet da ku koçberî bjarê Ezazê bibin û niha piraniya xelkên li çolê ji xwe re kon vegirtine.
Xwecihiyê bi tundî ev kiriyar şermezar kir û ji rêxistinên mafên mirovan xwest ku fişarê li ser wê hêza çekdar bike da ku xelkên gundê Elî Qîno vegerînin gundê xwe.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê