Xwepêşandaneke mezin li dijî (Desteya Rizgarkirina Şamê) li qada mezgefta mezin li bajarê Me’eret Elnu’hman li bin diruşma “Gel ji we Bihêztir e” derket.
Xwepêşenderan bi bilindkirina alayên şoreşê û riswakirina kiryarên çekdarên (Heteş) li dar ket, û daxwaza derketina wan û paqijkirina bajêr ji sercem dîmenên leşkerî kirin.
Û xwepêşandan bi beşdariya bisedên kesan tevî jinan lidar ket, û hin kesayetiyên bajarokên Has û Kefroma jî tevlî xwepêşandê bûn, tev ku çekdarên Heteş li ser rêbenda navçeya “Elze’lana” rê li pêşiya xwepêşandanê û tevlîbûna xwepêşenderan girtin.
Hêjayê gotinê ye ku ev xwepêşandan tên ji encama êrîşên çekdarên “Heteş” berî sê rojan li ser baregehên firqa 13 an yên artêşa azad û kuştina sê sivîlan her weha kuştina muqedem Teysîr Simahî cîgirê fermandarê polîsên azad.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî