Encûmena xwecihî ya bajarokê Til Eldeman li gundewarê Helebê, roja yekşembê, got ko wan 70% ji pirojeyê nexweşxana bajêr pêkanîye, ya ku wê karibe xizmeta sedhezar sivîlî bike, bi gelek taybetmeniyan.
Birêveberê nivîsgeha bijîşkî Dr. Xelûf Xelûf, diyar kir ko nexweşxana hatiye avakirin beşê zarok û jinan tê de heye, û her weha beşê neştergeriyê jî, eger bijîşkên teybeymend hebin.
Xelûf bêtir got ko nexweşxane ji hêla rêkxistina “Elselam” tête piştgirîkirin, û ewê xizmeta sedhezar kesî bike li herêmên Til Eldeman û Cebel Elhis. ku berê nexweş diçûn nexweşxanên bajarê Seraqib li perêzgeha Idlibê.
Rêkxistina “Dest bi dest” di 25ê gulana borî de nexweşxana zarok û jinan li gundê Etma li bajarê Idlib li ser sînorê Tirkiya-Sûriyê vekir, piştî ko çendîn nexweşxane li parêzgeha Idlib û Helebê û Hemayê ketin ber bombebarana firokên cengê yên rêjîmê û yên Rûsya, ku hişt ji xizmetê derkevin û çendîn ji bijîşk û nexweşan jî têde hatin kuştin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Simart