Rijêma Esed di oparesyona xwe ya li dijî bajarê Der’a de çekên qedexekirî bikar tîne, ku bûye sedema kuştin û birîndarbûna hin sivîlan û wêrankirina gelek navendên zindî.
Çalakvanan diyar kir ku hêzên Rijêmê duh oparesyonên xwe zêde kirin, û her ji duhî ve taxên nişteciyan bi zêdetir ji 20 bermîlên teqîner yên bi madeya napalim armanc dike, û çalakvanan balkişand ku bêhtir avahiyên niştecihan û navendên zindî tên bombebarankirin.
Çalakvanan got ku bi dehan xanî û dikan û cihên bazirganî bi bombebarankirinê hatin şewtandin, tevî şewtandina nanpêjekê û jikarketina wê û şewtandina beşên bakur yên mizgefta El’umerî.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê daxwaz ji sercem hikûmet û dewletên civaka navdewletî kir ku bi erkê xwe rabin, li hember berdewamiya hêzên Rijêmê û aliyên palpiştên wê di bikaranîna bermîlên teqîner yên bi napalim û çekên bitewş û yên qedexekirî li dijî sivîlên Sûriyê , û îro Hevbendiyê di daxuyaniyekê de hişyarî da li ser berdewamiya bêdengiyê li hember vê oparesyona tawankar û hovane.
Hêjayê gotinê ye ku hêzên Rijêmê û bi piştgiriya milîsên kirêgirtî yên Îranê bêhtir ji 7 roja ye hêzên xwe kom dike û dest bi operasyoneke leşkerî ya dijwar li dijî taxên rizgarkirî dike, û di heyamê di navbera 4 heta 11’ê gulanê de ew tax bi 446 bermîlên teqînerbû bi 456 mûşekên modêl “zemîn-zemîn û 92 êrîşên firokên Rûsiya hatine bombebaran kirin, û têde bi dehan sivîl tevî jin û zarokan hatin kuştin û birîndarkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî