Toreya Sûrî Ya Mafê Mirovan serjimêra bûyerên zêdegaviyan dijî navendên zindîdar di heyva gulana borî de belgeh kiriye. Têde hat diyarkirin ku yên rêjîmê û Rûsya ji tevan bêtir bûn.
Di raporta xwe ya her heyv derdikeve, toreyê diyar kirin ko wê di heyva gulana borî de nekêmî 40 bûyerên zêdegaviyan li ser bargehên sivîl yên zindîdar tomar kirine, û aliyên ew pêkanîne ev in: 14 bûyer bi destê hêzên rêjîmê, 2 bi destê hêzên Rûsya, 5 bi destê rêkxistina Daişê, 1 bi destê milîtanên Yekîtiya Dîmuqrat, 11 bi destê hêzên hevpeymaniya navdewletî û 7 bi destên aliyin din.
Raportê pêzanînên li ser navendên zindîdar yên di gulana borî de bi hûrbînî dabeş kirine, 13 dijî jêrxaneyê pêk hatine, 12 dijî navendên zindîdar yên olî, 6 dijî navendên zindîdar yên perwerdeyê, 4 dijî çargoşeyên niştecihan, 3 dijî cihên bijîşkiyê û 2 dijî kampên penaberan.
Di raportê de hat ko di heyva gulanê de zêdegaviyên peymana Rûsya û rêjîmê li ser navendên zindîdar yên sivîl bi balkêşî kêmtir bûne.
Raportê diyar kir tev ko rêjeya zêdegaviyan ji heyvên borî kêmtir bûn, lê binpêkirin ranewestiyane, û bi şêweyekî sereke ji hêla rêjîma Esed ve, ya ko li gora toreyê ew ya herî bêtir ziyanê ji agirbestê dibîne, û bi taybetî tawankariyên ji derveyî çarçova yasayê dike.
Her weha raportê tekez kir ko vekolînên toreya Sûrî ya mafên mirovan pêk anîne, didin xuyakirin ko bargehên leşkerî li wan cihên êrîş dijî wan pêk hatine tune ne, ne berî êrîşê û ne di pey êrîş re, raportê anî ziman ko dive rêjîm û yên ew tawankarî kirine li pêşberî Netewên Yekbûyî û Encûmena Ewlekariyê sedemên pêkanîna wan tawankariyan diyar bikin.
Raportê ji Encûmena Ewlekariyê daxwaz kir ko biryara 2139 cîbicî bike, û amanckirina navendên zindîdar yên ko sivîl bêyî wan nikarin jiyana xwe birêve bibin pirotesto bike, û giring e qedexekirinê dijî çekdarkirina rêjîmê feriz bike, çimkî ew yasayên navdewletî û biryarên Encûmena Ewlekariya Navdewletî binpê dike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî