Çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD demjimêr yekû nîvê şev, roja 16 /6/2017, êrîşî gundê Girkê Dijwêr li devera Koçera ya bi ser Dêrikê ve kirin, û hejmarek xelkên gund binçav kirin.
Çekdarên bi ser PYD ve ku di yekemîn roja hilmeta girtina ciwanan ji bo leşkeriya neçar di 15Hezêranê de dest pê kir, êrîşî Girkê Dijwar kirin û nêzî 40 ciwanî di nav wan de yên temen mezin jî binçav kirin, li gor agahiyên jêderekê ji eynî gund ji malpera Hevbendiyê re.
Heman jêderî diyar kir ku Çekdarên PYD bi girseyî êrîşî gundê wan kirin û bi dehan ciwan binçav kirin, her weha xelkên temenê wan di navbera 35 û 40 salî de jî binçav kirin, û gef li gundiyên ku ciwanên wan li Herêma Kurdistanê ne xwarin.
Derbarê vê yekê emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS daxuyaniyek belavkir têde kiryarên PYD bi tundî şermezar kirin û ew kiryar bi terorî wesif kir.
Her weha daxuyaniya ENKSê ragihand ku armanc ji kiryarên PYD binpêkirina pirsa Kurdî li Sûriyê ye, û bang li hêzên navdewletî û yên Kurdistanî kir da ku destêwerdanê di rewşa devera Kurdî de li Sûriyê bikin, û sînoran ji kiryarê PYDê re deynin.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê