Fermandarê “firqa Elqadisiyê” cêneral Mûsa Elzu’bî got ku, heger hêzên Esed bi agirbestê pabend bibin ew jî dê pabend bibin, û balkişand ser ku Rijêm agirbestê bi armanca bêhnvedanê û saxbîrîkirina firokên xwe bikar tîne.
Elzu’bî tekez kir ku êrîşeke hêzên Rijêmê û milîsên Hizbulaha terorîst li ser taxên Der’a di destpêka cehzeranê de hate têkşikandin ji aliyê artêşa azad, û têde 7 tank û 2 zerîpoşên “şêlka” û 3 loder û 3 zerîpoşên serbazan hatin wêrankirin, û zêdetir ji 50 serbazên Rijêmê hatin kuştin.
Li aliyekî din, duhî roja duşemê, odeya “oparesyonên lîwayê Elkeramê” yê bi ser artêşa azad ve got ku, wan hejmarek ji serbazên hêzên Esed kuştin, dema ku hewl didan ber bi derdora Dai’l li bakurê bajarê Der’a pêşbikevin, ku evjî dibe binpêkirinek din ji agirbestê re.
Heman jêderê odeya “lîwayê Elkeramê” ya bi ser “hevpeymaniya başûr” ve got ku bersiva hewleke derbasbûna hêzên Rijêmê hate dan ji aliyê şervanên wê ve, li ser tewerê tabûra Elmehcûra û zeviya Ebû madî li rojhilatê bajarokê Ibte’h bi topxane û mûşekan, bê ku hêzên Esed hêç serkeftinekê bidest bînin.
Hêjayê gotinê ye ku ji berî du heftiyan ve û heta niha parêzgeha Der’a rastî êrîşekê bi firok û mûşekan bi piranî ji aliyê hêzên Esed dibe, û têde mûşekên teqînerên bihêz û bombeyên napalim bi taybetî li dijî taxên Der’a Elbeled tên bikar anîn, ku hêzên Esed hewl didin derbasî li nav wan taxan bibin tevî rêkeftina “sivikkirina asta şer û pevçûnan” ya li “Asîtana” hatî emzekirin û têde wê navçeyê tevî sê navçeyên Sûriyê yên din bi xwe ve digire.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî- Smart