Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, pîrozbahiya Erebistana Siûdî li ser serkeftina Lotikeya Kendavê ya 41emîn kir, û pesnê xebatên wê û Xizmetkarê Herdû Wargehên Pîroz Qiral Selman Bin Ebdilezîz da, ew xebatên di komkirina dewletên kendavê de û vekirina derî li pêşiya yekrêziyê û vegerandina hevkariyê di nav birayan de.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke rojnamevanî ya duh derketiye de, got ku gelê Sûrî bi lidarxistina vê lotkeyê û vegerandina têkliyan di nav birayan de weke berê xwe geşbîn û bihêvî dibîne, ji bo vegera hevsengiyê di helwestên erebî de derbarê dozên herdû umetên erebî û îslamî ta bighêje avakirina roleke kendavê ya bihêz ji bo di kartêkerkirina helwestên erebî derbarê doza gelê sûrî û piştgiriya mafên gelê sûrî de beşdar be, û fişarên pêwîst bo pêşdebrina rêya çareya siyasî li sûriyê bisepîne.
Û Hevbendiya Niştimanî helwestên rayedarên dewletên kendavê yên ku di daxwiyaniya Lûtkeya Kendavê de derbarê cûrbecûr dozên erebî û herêmî diyar bûne bilind nirxandin, û bi taybet di xalên giêdayî Sûriyê ya ku daxwiyaniyê pabendî bi helwestên erebî yên pirensîpî kiriye.
Û daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî cext li ser bijardeya çareya siyasî li gorî daxwiyaniya Cinêvê û biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 bi hemû hûrgiliyên wê kir, û tekeziya li ser avakirina desteya hikumdariya veguhêz bi tevaya desthilatên wê ve, û kar li ser destûrekî nû bike, û tekezî li ser girîngiya doseya penaberan yaku daxwiyaniyê bal kişandiye ser dike, her weha pêwîstiya dabînkirina çarçoveyeke ewle û ji bo vegera penaberan ji ber xwe ve.
Û Hevbendiyê tekez kir ku Helwestên birayên li Kendava Erebî derbarê serdariya sûriyê û yekrêziya xaka wê û redkirina hewildanên çi guhartinên demografî li gel şermezarkirina hebûna Îranê li ser xaka Sûriyê zelal û pirensîpî bûn, û giringî dan pêwîstiya derxistina tevaya Milîsên Îranî û Milîsên Hizbullah yên terorist û Milîsên Mezhebî ji Sûriyê.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku Sûriya îro bendewara roleke erebî ya çalaktir e, daku beşdariyê di bidawîkirina derdeseriya gelê sûrî yaku nêzîkî deh salan ne bike, û di pêkanîna hêviyên wî di azadî û serxwbûnê de piştgir be, û ji rijêma tewanbar û Milîsên Îranî yên Mezhebî û pirojeya wêrankirinê ya Îranî li Sûriyê û deverê rizgar bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî