Daxwiyaniyeke Rojnamevanîd
Xalên di şiroveya xanim, Izumi Nakamitsu, nûnera bilind ya karûbarê hilanîna çekan li pêşiya Encûmena Ewlekariya Navdewletî, derbarê ragihandina ku rijêmê ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî re pêşkêş kiriye, divê ew ragihandin ji aliyên navdewletî ve cihê guhdanê be.
Şiroveya nûnera bilind careke din û bi awayekî fermî tekez dike ku rijêma Esed tevî derbasbûna 7 salan, pabendî bi xalên wê peymana kirêt nekiriye, ya ku çekên rijêmê yên kîmyewî kirin berdêl ji jiyana qurbaniyên tewana vê sedsaliyê re, qurbaniyên ku li ser destê hêzên rijêmê canê xwe ji dest dane, piştî armanckirina Gota Şamê bi topên gaza sarînê.
Ragihandina ku rijêmê ji rêxistina qedexekirina çekên kîmawî re pêşkêş kirîye, bi çi awayî bawerî pê nabe, û Nakamitsu tekez kir ku 19 pirsgirêkên helawîstî tê de hene, ew jî tê wateya ku rijêm di derw û xapandina civaka navdewletî ji bo ku cebilxaneya xwe ya çekên kîmawî bi çi şêweyê gengaz be biparêz berdewam e, û ew di rijdiya li ser lîstik û paşxistinê di vê doseyê de didome.
Hevbendiya Niştimanî daxwazên ji aliyê girûpek ji dewletên endam di Encûmena Ewlekariyê de heyva bûrî hatiye pêşkêşkirin ji bo şopandina rêşûnên girêdayî bi tewanên bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê bibîr tîne.
Û balê dikişîne ser encamên ku Komîteya Lêpirsînê ya girêdayî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî gihîştiyê, yaku rapora xwe di avrêla sala bûrî de derxistiye, û têde diyar kiriye ku hêzên rijêmê bi mebest çekên kîmawî dijî sivîlan gelek caran bikar anîne, û rijêmê hêlên sor li pey hev derbaskirine, û têde 3 êrîşên bi çekên kîmawî nîşan kirine, 2 jê bi gaza sarînê bûn, û bajarokê Elletaminê yê bakurê parêzgeha Hemayê di heyva adara sala 2017an armanc kir.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku doseya tewanan di riya danûstandina li gel tewanbaran çareser nabe, û ji erkê yasaya navdewletî ye ku vê doseyê veguhêze dadgeha tewanên navdewletî, û tewanbarên di ber tevaya tewanên bikaranîna çekên kîmawî de li sûriyê ji tewana sedsaliyê ya di tebaxa 2013an de pêk hat û hemû tewanên cengê û tewanên dijî mirovahiyê yên li Sûriyê ji sala 2011an de pêk hatine sizayên xwe bibînin.
Û Hevbendî pêwîstiya danîna xiştekareke demî ji van rêxistinên yasayî ji hêla aliyê çalak ve tekez dike, ew jî li gel karê kontrolkirina van rêşûnan daku hêsan bike û rê li pêşiya tewanbaran bigere, daku hîn bêhtir tewan û binpêkirinan pêk neynin, û nehêlin helwestên navdewletî derbarê bikaranîna çekên kîmawî û pêkanîna komkujî û tewanên cengê û tewanên dijî mirovahiyê normal bibe.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
8 kanûna paşîn 2021