Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku dijminkariya xinizî ya hêzên rijêmê û hêzên dagîrkeriya Rûsî, berbanga vê sibehê li ser xalek girêdayî xalên Artêşa Niştimanî ya Sûrî li gundê Elenkawî yê Gundewarê Hemayê, binpêkirin e ji rêkeftina agirbestê û lihevhatina kêmkirina şer li deverê.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke rojnamevanî de got ku ji tevaya tabûr û hemû xalên çavdêriyê li deverê tê xwestin ku hişyariya herî mezin û bilindkirina asta amadebûnê bo rûbirûbûna wek van dijminkariyan bistînin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de daxwaz ji aliyên navdewletî kir ku divê vê binpêkirina qirêj ji rêkeftin û lihevhatinan re şermezar bikin, û fişarên pêwîst li ser rijêmê û siponserên wê bikin, daku rêbaza leşkerî û dijminkarî û binpêkirinên ku rêya siyasî asteng dike rawestînin.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî sersaxiya xwediyên pakrewanan û hevalên wan ên Artêşa Niştimanî kir, û got ku ew lava ji xwedayê mezin dikin ku wan bipejrîne û wan di bihuşta bilind de bicî bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî