Civînên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, sibeha îro sêşemê, di heman demê de li bajarê Ezaz û Stanbolê, di riya odeyeke tilfzyonî ya girtî re, di gera xwe ya 24emçn de, dest pê kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî civat bi kêliyek bêdeng li ser giyanê pakrewanan dest pê kir, û di pey re Emîndarê Giştî Ebdulbasit Ebdulletîf rasparteyên ku desteya siyasî pêşkêş kirine da werin pesendkirin xwendin, û di pey re xişteya kar li ser amadebûyan hate belavkirin, û têde giringî dan ser rewşa meydanî û mirovahî û tenduristî li bakurê Sûriyê.
Û Wezîrên Hikûmeta Sûrî ya Demkî dê raporên kar û çalakiyên xwe derbarê dema bûrî de, her weha karê saziyên cîbicîkar yên Hevbendiya Niştimanî berçav bikin.
Û Endamên Desteya Giştî rewşa derbider û koçberan di kampan de û pêdviyên wan û rêçên dabînkirina wan pêdviyan gengeşe kirin, û behsa bandorên belavbûna bêtara korona û xebatên Hevbendiya Niştimanî ji bo dabînkirina dermên bo nişteciyên deverên rizgarkirî kirin.
Û endaman behsa doseya çalakkirina karê tevaya sepetên pirosesa siyasî li rex karê Komîteya Destûrî ya Sûrî û di pêşî de desteya hikumdariya veguhêz kirin.
Û di xiştekara vê gerê de doseyên têkiliyên Erebî û Navdewletî di dema pêşketinên siyasî û navdewletî yên vê dawiyê û di serî de lihevhatina Dewletên Kendava Erebî û Hilbijartinên Emrîkî cî girtin.
Û amadebûyan sizayên aborî yên Emrîkî û Ewropî û Birêtanî li ser rijêmê û siponserên wê û karê li ser cîbicîkirina temamiya wan sizayan daku rijêm pabendiyê bi biryarên navdewletî û di pêşî de daxiyaniya cinêvê û biryara 2254 bike gengeşe kirin, her weha tevî tekeziya li ser ku divê ew siza nêzî sivîlan û keresteyên hawarçûn û bizîşkiyê nebin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî