Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, şiroveyek li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî pêşkêş kir, û têde li ser dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî û çalakiyên ku Hevbendî di dema bûrî de pê rabûye axivî.
Û Elherîrî bal kişand ser astengiyên hergav li deverên rizgarkirî mezin dibin û hewcedarîiya karê domdar bo rûbirûbûbna wê, nemaze di warê belavbûna bêtara korona de, û got ku Hevbendiya Niştimanî bi hevkariya li gel Wezareta Tenduristî di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de di rêşûnên xweparastinê û pilanên rûbirûbûna vîros û xebatên ji bo bidestxistina vaksîna korona bo deverên rizgarkirî berdewam e.
Û bal kişand ser ku rijêma Esed û piştgiriyên wê di binpêkirin û tewanên dermafê sivîlan li deverên rizgarkirî berdewam in, di çarçoveya xwespartina rêbaza leşkerî ya xwîndar de tê, û li ser zêdekirina pirosesên teroristî yê rêbazkirî û yên sivîlan armanc dikin axivî, û tekez kir ku hemû binpêkirin pêwîstî helwestên navdewletî vebir in, daku derdeseriyên sivîlan rawestin.
Û Elherîrî behsa derdeseriyên sivîlan li deverên di bin kontirola rijêmê de kir, û got ku ew jî ji ber belavbûna gendeliyê di nav saziyan de ye, û bi ser de belavbûna Milîsên Mezhebî nemaze Milîsên Îranî yên ku destên xwe danîne ser hemû avahiyên jiyanê.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî pesnê karê ofîs û rêvebirî û komîteyan da, û tekez kir ku wan di dema bûrî de xebatin mezin kirine, û cextî li ser giringiya şopandin û berdewamiyê di pêşxistinê de kir, daku ketwarê sûriyan çak bibe, û têkeve xizmeta doza wan di pêkanîna azadî û rûmet û demoqrasiyê de.
Û Elherîrî li ser pirosesa siyasî û di serî de karê Komîteya Destûrî ya Sûrî axivî, û xebatên Girûpa Karê Destûrî berçav kir, û tekez kir ku karekî girîng û berdewam bo danîna kaxez û reşnivîsan heye, daku piştgiriya Tîma Desteya Danûstandinê di komîteya destûrî de bike.
Û Elherîrî hêviyên xwe anîn ziman ku Komîteya Destûrî ya Sûrî karibe di gera dahatî de behsa naverokên destûrê bike, û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî texmîna çêbûna ti pêşketinan nake, ew jî ji ber ku rijêma Esed hewildan û şêweyên xwe di astengkirina karê komîteyê de naguhere.
Û Elherîrî bal kişand ser girîngiya ku tîmekî amade di tevaya warên rêxistinî û damezrênerî de hebe, daku di vê meydana siyasî de kar bike.
Û Elherîrî cextî li ser pêwîstiya ku guhartinin rasteqîn di karê Komîteya Destûrî ya Sûrî de hebe kir, ew jî daku gihîştina destûrekî li gorî biryara 2254 misoger bike, û li gorî xiştekareke demî pejrandî be.
Û Elherîrî di şiroveya xwe de got ku Hevbendiya Niştimanî ji Netewên Yekbûyî û dewletên çalak di doseya sûrî de daxwaza pêwîstiya destpêkirina yekser bi sepetên dîtir û birêketina karê wê li gel karê Komîteya Destûrî kir, û tekez kir ku çareserî bi Komîteya Destûrî tenê çênabe, û divê desteyeke hikumdar a veguhêz were avakirin,
Û li ser texmînên bandora rêvebiriya Emrîkî ya nû li ser doseya Sûrî axivî, û tekezî li ser pêwîstiya ku Waşintin bi rola xwe ya tam rabe derbarê rawestandina tewanan li Sûriyê û fişarên li ser rijêmê û piştgirên wê kir, daku pabendiyê bi biryarên navdewletî bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî