Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, îro çareşemê civînên gera xwe ya 54emîn yaku di heman demê de li herdû bajarên Ezaz û Stanbolê di riya odeyeke tilfizyonî ya girtî re lidar ketibû bidawî kir.
Û Endamên Desteya Giştî xiştekara hatiye pejirandin temam kirin, û desteyê li raporên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û şiroveya Desteya Danûstandinê ya Sûrî û Raporên Ofîs û Rêvebirî û Komîteyan guhdarî kir.
Û Endamên Desteya Giştî tekezî li ser redkirina tewanên rijêmê û piştgirên wê yên berdewam dermafê sivîlan kirin, her weha li ser girîngiya ku helwestekî vebir ji aliyê civaka navdewletî ve were standin, daku sînorekî li pêşiya van tewanan deynin, û derdeseriyên sûriyan bidawî bikin.
Û amadebûyan pesna karê ofîs û rêvebirî û komîte û saziyên cîbicîkar û Artêşa Niştimanî da, û çextî li ser pêwîstiya dana hîn kedên bêhtir bo pêkanîna hêviyên gelê sûrî di azadî û rûmet û demoqrasiyê de kirin.
Û amadebûyan civînên ku Hevbendiya Niştimanî pê rabûye bo çespandina diyaloga niştimanî li gel tevaya beşên gelê sûrî û pêkhat û partî û komikên siyasî ji bo bighînin hevparî û nerîna hevbeş li pêşeroja sûriyê bilind nirxandin.
Û Endamên Desteya Giştî tekezî li ser cîbicîkirina biryarên navdewletî yên taybet bi Sûriyê û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254 kirin, tevî gihîştina avakirina desteya hikumdarî ya veguhêz û sizakirina tevaya tewanbaran ji bo ku dadweriya veguhêz pêk were.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî